Li Cizîrê bûyera Giyadînê bi meşekê hat şermezar kirin
14:12
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê bi armanca şermezar kirina bûyera Agiriyê bi deh hezaran kes meşiyan. Di meşê de pankartên weke "Ji Nîhat heya Cezmî û Canfeda Ji Cizîrê heya Giyadînê komkujiya dewletê dewam dike” û “Em ne leşkeran, em mirovahiyê hildigirin” hatin rakirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi aramanca şermezar kirina bûyara li navçeya Giyadina Agiriyê meş hat li darxistin. Parlementerê HDP’ê Faysal Sarıyıldız, Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Konur, Hevserokê DBP’a yê navçeyê Mesut Nar û bi deh hezaran kes tevlî meşê bûn. Meşê bi pankartên weke ”Ji Nîhat heya Cezmî û Canfeda Ji Cizîrê heya Giyadînê komkujiya dewletê dewam dike” û “Em ne leşkeran, em mirovahiyê hildigirin” heta cihê ku di buyerên Cizîrê de zarukê bi navê Nihat Kazanhan lê hatibû kuştin meşîyan. Di meşê de durêşmên “Şehît namirin”, “Cizîr serhildane, ji Agiriyê re silav e” û “Bijî Serok Apo” hatin berz kirin. Esnafên Cizîrê jî derebeyên dikanê xwe anîn xwarê û piştgirî dan meşê. Di dawiya meşê de Hevserokê DBPê Mesut Nar axivî. Mesut diyar kir ku gelê kurd aşitiyê ji xwe re jiyan hesab dike û ev pirovakasyon li hemberî aşitiyê ye û ev tişt got: "Gelê kurd li hember vê buyarê li ser lingay e. Ev jî diyar dike ku gelê kurd xwedî li aşitiyê derdikeve.”
Piştî axaftina Mesut Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî. Faysal Diyar kir ku îro tekoşina gelê kurd di kêliyên dîrokî de derbasdibin. Faysal balkişand ser provakasyonê dewletê û wiha got: "Îro ev disekine dijiminê Kurdan nasekinin. Bi bûyarê Agirî hêviya gelan tekoşina azadiyê bê îtîbar bike. Me bi hezaran şehît daye emê li ser keda Şehîdê xwe jiiyanek azad bi afirînin. Emê bendavê derbas bikin wê deshilatdariya AKPê, wê pergala înkarkara tê here.” Faysal xelas kirina leşkaran ji alî gel ve bi Bîr xist û wiha got: “emê mirovatiyê nîşanê wan bidin eger ew dijminahiyê bixwazin jî wê dijminahiya me jî wê merdana be”
(ma)