Li Qoserê qirkirina jinan

17:10

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Qosera Mêrdînê Ahi Mahmud ya 22 salî di mala xwe de bi awayek ser jêkirî hat dîtin.

Li Tirkiyê her diçe qirkirinên jinan zêde dibe. Nûçeyek ya qirkirinê jî ji navçeya Qosera Mêrdînê hat. Li gorî agahiyên hatin girtin li Taxa Ersoylu ya Qoserê dema ku Mesud Hemed Sait diçe kar hevsera wî Ahi Mahmud di malê de bûye, dema ku li cihê kar li hevsera xwe digere telefonê narake li cîranê xwe diger cîran diçe Ahi di nava gola xwînê de dibîne. Niha mal di bin çavdêriyê de tê girtin û cenazeyê Ahi jî rakirin Nexweşxana Dewletê ya Qoserê.

(zt)