Li Narlıdere yê jinên HDP'ê yekem standa hilbijartinê vekirin
17:31
JINHA
İZMİR- Li Narlidereyê Komisyona Jinan ya Navçeya HDP'ê ya Hilbijartinan bi duruşma "Erdogan emê te nekin serok" yekem standa hilbijartinan vekirin.
Li Îzmîrê Komisyona Jinan ya Hilbijartinan ya Navçeya Narlidereyê ya HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li ser rêya Mithatpaşa stand vekirin. Jinan bi pankarta "Bi jina azad ber bi jiyana nû ve" û wêneyên bi şideta mêran jiyana xwe ji dest dane vekirin. Jinan dem dem duruşmên weke "Erdogan emê te nekin serok" bilind kirin û bi kurdî, tirkî û hemşinî sitiran gotin. Her wiha jinan belavokên "Jiyana nû" belav kirin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî stantê dan.
(zt)