Sumeye ya ku hevserê wê kezab ser wê û keça wê Rena de rojanî jiyana xwe ji dest da
09:57
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Sumeye Mêhri ya ku ji ber hevserê wê kezab ser ruyê wê û keça wê ya biçuk Rena de rijan li Nexweşxaneyek ya bajarê Tahranê ya Îranê jiyana xwe ji dest da.
Sumeye Mêhrî û keçka xwe ya biçuk Rena 4 sal beriya niha ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîşa Kezabê hatibû, rûyê wê hemû şewitîbû. Sumeye ya di êrîşê de herî zêde qirika wê şewitiyî û keça xwe Rena ji ber bêderfetiya aborî nedihat dermankirin, bi salan êş kişand. Sumeye ya dayîka 2 zarokane piştî êşa şewata bi salan li Nexweşxaneyek ya bajarê Tahranê ya Îranê jiyana xwe ji dest da.
Sumeya çavê xwe li jiyana bi êş girt lê li pê xwe Rena ya şewitî û xwişka wê Nazenîn hêla. Rena li gel xwişka xwe Nazenîna neçarin li gel bavê ku ew û diya wê şewitandiye bijîn.
(zt)