Kobanê gav bi gav ber bi azadiyê diçe
10:01
Nûçe
Bêrîtan Elyakut/JINHA
KOBANE - 'Operasona Tolhildanê' ya ku hêzên YPG/YPJ'ê li hember çeteyên DAIŞ'ê dayîn despêkirin li gundan gav bi gav ber bi azadiyê diçe. Ji Fermandarên YPG'ê Cemil Kobanê diyar kir ku wan gelek bedelên giran dane û ew hewil didin layêqî wan bedelan bibin.
'Operasona Tolhildanê' ya ku hêzên YPG/YPJ'ê di 8'ê nîsanê de li hember çeteyên DAIŞ'ê dayîn despêkirin li gundan gav bi gav berew pêş diçe. Herî dawî hêzên YPG/YPJ'ê bi azadkirina harêma Fabrîqa Çîmeto û 2 ocaxên beran ji destê çeteyên DAIŞ'ê niha jî berew sînorê Rakkayê diçe. Di şerê berdewam dike de gelek çete tên kuştin û gelek çepane jî tê bi destxistin. Di derbarê pêşdeçuna operasonê de Fermandarê YPG'ê Cemil Kobanê nirxandin kir. Cemil da zanîn ku wan operasona xwe ya dawiyê bi navê Şehît Hogir û Şehît Mendiki dane despêkirin û wiha got: "Armancek ya hamleyê heye. Em tayîbetî rewşa Suriyê dinirxînin. Ji ber rewşa Suriyê mirovahî berew pêş diçe."
'Em bi tekoşînek hevpar berew pêş diçin'
Cemil destnîşan kir ku piştî azadiya Kobanê bi tekoşîna hêzên wan yên YPG/YPJ'ê Til Hemis û Til Berak jî hatin azadkirin. Cemil anî ziman ku hêzên wan bi Newroza 2015'an re hamleyek nû dane despêkirin û wiha domand: "Hemû cîhan vê pêvajoya nû dişopîne. Di salên 2014-2015'an de li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê em tekoşînek hevpar berdewam dikin. Êrişên der mirovane yên çeteyên DAIŞ'ê ser hemû cîhanê heye, li hemberî wê mirovahiyê serkeftinek mezin bi dest xistin."
'Tekoşînek mezin derket holê'
Cemil bilêv kir ku wan weke hêzên YPG/YPJ'ê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên hemû cîhanê hovitiya wan dît bi berpirsyarî tevdigerin û wiha berdewam kir: "Hêzên YPG/YPJ'ê li Şengalê jî hemban berpirsyarî nîşandan. Ji bo azadiya gelê Êzidî li Şengalê jî berxwedanek mezin nîşan dan. Ev 7 mehe li Kobanê hember çeteyên DAIŞ'ê em tekoşînê mezin dikin. Di van 7 mehan de her çendî şihadet, qirkirin, talan, koçberî û hilweşînên mezin hatibe jiyandin jî lê bi azadiya Kobanê mirovahiyê serkeftinek mezin bi dest xist."
'Tenê hêzên li hember DAIŞ'ê şer dikin YPG û YPJ ye'
Cemil derbirî ku hêzên YPG û YPJ'ê bi derfetên xwe yên kêm karîn êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bişkênin. Cemil diyar kir ku her çendî li peyî berxwedana destaniya hêzên YPG û YPJ'ê dereng mabe jî hinek alîkariya hêzên koalisyonê jî çêbû û berxwedanek hevpar hat meşandin û wiha dom kir: "Me bi vîna xwe û bi felsefa Rêber Apo li ber xwe da. Di serî de gelê kurd hemû gelan tekoşîn dan."
'Me armanca xwe anî cîh hemû herêm azad kir'
Cemil ji bo pêvajoya piştî azadiya Kobanê û gundan piştî Newroza 2015'an wiha axivî: "Berxwedana hêzên Şehît Hogir û Şehît Mendiki ya li hember çeteyên DAIŞ'ê giringe. Ji ber wê jî di hefteyekê de hemû cihên me dayî pêşiya xwe me azad kirin."
'Li ku derê DAIŞ li wê berxwedan'
Cemil wiha berdeam kir: "DAIŞ'ê bi çandina mayînan vanderan ji bo xwe amadekiribûn, lê wan dît ku nikarin xwe li hember berxwedana me bigirin. Despêkê em bi awayek qerebalix derketin operasyonê û dema ku DAIŞ'ê ev berxwedan me dît reviyan." Cemil da zanîn ku di operasyonan de ne tenê hêzên YPG/YPJ'ê cîh girtin, hêza Burkan Firat jî li hember çeteyên DAIŞ'ê tekoşîn kirin. Cemil destnîşan kir ku ne tenê li Kobanê çeteyên DAIŞ'ê li kuderê hember mirovahiyê qirkirinan bikin ewê li wê tekoşînê bilind bikin.
'Armanca operasyonê tolhildanbû'
Cemil anî ziman ku hîna êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berdewamin wan li hember êrîşan di Newroza 2015'an de dest bi merhaleyek nû kirine û wiha domand: "Emê zêdetir bi hêz li hember çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe bidin. Ev tekoşîn ji bo gelan giringe em bang serî de li gelê Kobanê dikin zêdetir bû hêz beşdarî vê tekoşînê bibin. Ev şer ne tenê yê kurdane, ev şerê mirovahiyê ye û emê bi hev re vê hovîtiyê bidin rawestandin." Cemil bilêv kir ku operasyona wan dayî despêkirin 'Operasyona tolhildanêye' wan gelek bedel dane û hewil didin layêqî wan bedelên giran derkevin.
(zt)