'Ew biçuk bû lê sekna wê mezin bû'
10:03
Bêrîtan Elyakut/JINHA
KOBANÊ - Dayîka Şervana YPJ'ê Sevim Kaya ya bi nasnav Viyan Amara ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi berxwedanek mezin jiyana xwe ji dest dayî Halime Kaya diyar kir ku keça wê Sevim biçuk bû lê xwediyê seknen mezin bû û got: "Sevim xwediyê kesayetek înatcî bû, tiştek bixista serê xwe divê teqez bikira."
Hêzên YPJ'ê bi berxwedana xwe ya li Rojava hember çeteyên DAIŞ'ê ji bo hemû jinên cîhanê bûn hêvî. Her şervanek yên YPJ'ê yên di berxwedanê de jiyan xwe ji dest dane jî xwediyê çîrokek jiyanê ya li hember hişmendiya mêran tekoşîn kirinêne. Yek ji wan jî Sevim Kaya (Viyan Amara) ya ku di berxwedana li gundê Kendal yê girêdayî Girê Spî yê Rojava de jiyana xwe ji dest dayiye. Sevim di sala 1983'an de li Wanê çavên xwe li jiyanê vekiriye û rastî polîtîkaya dewletê ya tinekirin û bişaftina ser kurdan hatiye. Hîn Sevim dibistana seretayî ne qedandî biriyara beşdariya nava refên PKK'ê dide. Sevim di şopa yek ji navên bûye sembola berxwedana jinên Kurd Viyan Soran de dimeşe. Beriya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê perwerda ziman dida. Sevim hem ji aliyê gelê Kobanê ve û hem jî ji aliyê xwendekaran ve gelek dihat heskirin. Sevim di berxwedana li gundê Kendal yê giyêdayî Girê Spî de di 26'ê sibata sala 2013'an de jiyana xwe ji dest da.
Dayîka Sevim Halime Kaya wiha qala sekna Sevim dike: "Sevim di malê de jî ji zarokên malê cuda bû. Sevim ji mirovan, zarokan, xwezayê û ajalan hez dikir. Di 12 saliyê de biriyara beşdarbûnê da. Sevim diçu qursa quran û berikan. Ewqas jîrbû di mehekê de quran xetim kir. Ew zarokek gelek jîr û baldarbû. Dema ku li dibistanê hinekan li xwişk û birayên wê xistibana divê teqez Sevîm jî çuba li wan xistibana. Dema ku tiştek xistibana serê xwe heya nekirinban ne di sekinî. Li gel her dem min ew şiyar jî dikir lê digot: 'Na ez mamosta û mudurê dibistanê guhdar nakim, divê ez tola xwişk û birayên xwe hildim.' Çî bixwesta hema pêkdi anî. Ew zarokek bi tevger û nedikarî cihê xwe de bisekine."
'Çî tişta dixist serê xwe dikir '
Bavê Sevim Cemil Kaya jî diyar kir ku piştî Sevim beşdarî nava refên PKK'ê bûye 5-6 salan wan qet agahî negirtine û wiha domand: "Piştî demekê ez çum min Sevim bi seknek serbilind û şanaz dît, vê yekê ez jî şanaz kirim. Paşê jî Sevim gihişt merteba şihadetê. Weke bavekê ez bi weledek wiha serbilindim. Dema ku Sevim zarok bû jî tiştek bixista serê xwe dikir niha jî di rêya ku xistibû serê xwe de meşiye."
Birayê Sevim Ayhan Kaya jî bilêv kir ku xwişka wî pir nayê bîrê û got: "Ya tê bîra min Sevim gelek ji min hes dikir û her dem dixwest min bi parêze. Sevim gelek ji henekan û bi me re mijulbûnê hes dikir. Ew her dem rukebû. Dema ku Sevim li gel min peyîvî, çawan min dengê wê bihîst ez gelek kelecan bûm, min nekarî bi peyîvim. Ji bo me got: 'Ez êdî nêzî weme' lê ji bo me negot li kuye. Dema ku min bi îsrar xwest ez wê bibînim hevalk wê telefon girtin û diyar kir ku ew li Kobanê ne. Dema ku dawiyê ez li gel axivîm jî got: 'Tu nikarê min bibînê, ezê şehîd bibim.' Sevim di ferqa germahiya şer debû û her tişt hîs dikir."
Ayhan da zanîn ku di dema dawiyê Sevim geriyaye diyar kiriye ku ew bi şaşî geriyaye 5 deqeyan axivîne û roja parê Sevim jiyana xwe ji dest daye.
(zt)