Jinên Serêkaniyê parastina bajarê xwe dikin
12:05
Dîdem Elî/JINHA
SERÊKANIYÊ - Jinên bajarê Serêkaniyê yê kantonê Cizîrê ji bo alîkariya YPG, YPJ û asayîşê parastina bajarê xwe dikin.
Jinên Meclisa Yeketiya Star a bajarê Serêkaniyê ji saat 07.00 heya 12.00'an parastina bajar dikin, piştre Endamên parastina cewherî ya komînan derdikevin parastinê dikin.
Jina bi navê Sûreya Mihemed a 55 Salî cihê xwe di nav parastina bajar de digre. Sûreya diyar kir ku tevî temenê xwe yê mezin jî wê parastina bajarê xwe bike û wê piştgiriya YPG,YPJ û asayîşa bajêr bikine.
'Parastina bajar erka me hemûyane'
Sûreya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em bi parastina bajarê xwe di heman demê de alîkariya YPG û YPJ dikin. Raste asayîş parastina hundirîn a Serêkaniyê dike lê ev ne erka asayîşê bi tenê ye parastina bajar erka her welatiyekî ku li vir jiyan dike ye. Em tu carî nabêjin jin nikare parastinê bike, mînaka herî mezin û li ber çavê her kesê şervanên YPJ'ê ne. YPJ di çeperên herî pêş de berxwedanê dikin û dighêjin asta şehadetê. Bila tecrubeya Şengalê ji me re bibe mînak, ji bo vê yekê ez bang li hemû jinên bajarê Serêkaniyê dikim ku ew jî tevlî parastina bajarê xwe bibin û xwadî li bajarê xwe derkevin.''
Buhar Hesen ya 20 sali ku ew jî di nava parastina bajar de cihê xwe digre wiha axivî: ''Ez wek keçeke ciwan parastina bajar ji erka min e jî û erka her ciwanekî ye ji bo vê yekê banga min ji her ciwanekî ye ku mil bidin milê asayîşê û parastina hundirîn a bajar bikin.''
(de)