Filiz Kerestecioğlu: HDP hêviyê dide feministan

12:29

Eylem Daş - JINHA

STENBOL - Namzeda HDP'ê ya Stenbolê Pr. Filiz Kerestecîoglu destnîşan kir ku gelek girînge ku jinên femînîst bi daxuyaniyekê piştgirî dan HDP'ê û wiha got: "Jinên Femînîst dibêjin ji ber ku HDP hêvî dide me ji bo wê em piştgirî didin ji bo wê jî em daxuyaniya wan girîng dibînin."

Hilbijartina ku dê di 7'ê Hezîranê de pêk bê de Nazmeda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê û parêzer Filiz Kerestecîoglu bi nasmaneya xweya femînîstiyê 30 salan ji bo têkoşîn, maf û azadiya jinê têkoşiya. Ji ber têkoşîna ku di tevgera jinên Tirkiyeyê de da meşandin karî navê xwe bide bîhistin û niha jî bûye namzeda HDP'ê. Filiz diyar kir ku di HDP'ê de ji sedî 48 kotayekî wekhev heye û da zanîn ku weke pergala hevserokatiyê. Filiz anî ziman ku dinava HDP'ê de hemû bawerî û nasname hene. Filiz destnîşan kir ku divê ku di meclisê de astengiya siyasetê tunebe û wiha got: "Ez difikirim ku siyaseta ku dinava kolana de neyê cem hev ew ne siyaseta rastîne. Ji bo wê jî tucaran fikrekî minî ku tenê siyaset li meclisê têkirin çênebûye. Ji ber ku HDP vê hêviyê dide gelan ji bo wê jî ez di HDP'ê de bûm namzed."

Filiz polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî jinê jî weke "tirsanek" binav kir û wiha axivî: "Dirûşmeyek me heye dibêje; " Bedename ya meye, nasnameya me ya meye, piştevaniya jinan' ne. Em di demeke ku herî zêde ji bo vê yekê têdikoşin dene." Kerestecîoglu diyar kir ku zîhniyeta AKP'ê bi tu awayî ji bo jinan hêvî nîne û ev tişt anî ziman: " Ji bo wê jî ez difikirim ku dê jin dengê xwe bidin me."

Filiz destnîşan kir ku piştgirî dayîna jinên Femînîst ya HDP'ê pir bi wateye. Filiz jinên femînîst di daxuyaniya xwe de gotibûn ku HDP hêviyê dide wan ji bo wê ew piştgirî didin HDP'ê û wiha pê de çû: "Divê ji bo hemû partiyên siyasî mekanîzmaya kontrolkirinê ya derve hebe. Mesele em li ku xeta dikin li kuderê şaşî dikin. Cihên ku werin rexnekirin divê hebe û ya ku herî baş jî vê yekê bike jinên femînîstin." Filiz destnîşan kir ku ew ê beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî têkoşîna xwe berdewam bikin û diyar kir ku divê ku herî zêde mafê jiyanê were parastin. Filiz bal kişand ser şîdeta ku li hemberî jinan tê meşandin û destnîşan kir ku divê li her bajarî malên jiyanê yên jinan hebin û jin werin parastin.

Filiz bi gotina "ez ê li her qadê û bi her awayî têkoşîna xwe bi domînim. Ez tenê nûnertiya jinan dikim" kir û herî dawî ev tişt anî ziman: " Werin me piştgiriyê bidin HDP'ê, em bendê hilweşînin û astengiyên li pêşiya edaletê rakin. Tenê deng nedîn, dema ku me dengê xwe da jî em bi awayekî xurt xwedî lê derbikevin û hêviya xwe zêde bikin û bikevîn meclisê."

(aw)