Nursel Aydogan: Dê bersiva herî mezin jin bidin AKP'ê
13:25
Şeyma Guzel -Zehra Dogan/JINHA
AMED - Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan ya ku cara duyem weke parlementera HDP'ê ya Amedê diçe meclisê girêdayî xebatên xwe nirxandin kir û diyar kir ku dê li hember deshilatiya mêran jin zêdetir biçin meclisê û bersiva pêwîst bidin AKP'ê.
HDP bi dirûşmeya xwe ya 'Jiyana nû' bi lîsteya xwe ya namzetan ku hemû beşên civakê digire nava xwe, bi hêzek mezin dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kir. Namzeta HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan der barê hilbijartin û nûnertiya jinan de axivî. Nursel diyar kir ku HDP ji bo mafên hemû gelên Tirkiyeyê dîsa xwe amede dike ku di meclisê de siyasetê bide meşandin.
'Emê di meclisê de nûneriya jinan baştir nîşanbidin'
Nursel bi lêv kir ku dê heta dawiya hilbijartinê bi taybetî jî bi jinan re bê gel hev û wiha got: "Ji bo ku em nûnertiya jinan di meclisê de baştir nîşan bidin, em ê bi jinan re di pêvajoya hilbijartinê de nîqaşên xurt bidin meşandin. Heta niha îktidar li ser gelan rant bi dest xist. Polîtîkayên civakî, projeyên zarokan û hwd. hemû jî divê tiştên ku ji xwe pêk bênin. Lê ev hikûmet weke ku bi xwe van polîtîkayan afirandiye, ji bo gelan tiştek baş kiriye pêşkeşê wan dike. Dema em jinan û zarokan re bên gel hev em ê polîtîkayên şaş ên hikûmetê vebêjin."
Nursel da zanîn ku divê jin di qada siyasetê û polîtîkayê de zêdetir cih bigirin û axaftina xwe wiha dom kir: "Jina ku xwe di polîtîka û siyasetê de pêş nexe nikare azadiya xwe û ya civakê pêk bîne. Em dixwazin jin azadiya xwe qîr bikin. Em ê jî bi polîtîkayên xwe jinan zêdetir azad bikin. Dê hemû polîtîkayên me li ser esasê azadiya jinan pêk bê. Bi pergala hevserokatî û hevşaredariyê me kotaya ku ji bo jinê hatibû dayîn derbas kir. Hikûmeta AKP'ê ku her tim jinan di siyasetê de tune dike û êrîş li hemberî jinan pêk tîne, bi siyaseta me ya ku girîngiyê dide jinan têk biçe. Dê di hilbijartina ku pêk bê de bersiva herî mezin jin bidin îktidara AKP'ê. Dê jin pergala AKP'ê ya zilamperest ji holê rakin."
Nursel anî ziman ku gelê Amedê girîngiyek mezin dide namzetên jin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bi eslê xwe tirk im û bi salan e di nava siyaseta kurd e cih digirim. Têkoşîna min ya di nava siyaseta kurd e bi jinên kurd re berdewam dike û ji ber wê jî min carek din li Amedê namzetiya xwe diyar kir."
(aw)