Li Çiyayê Şengalê Cejna Çarşema Sor
14:57
JINHA
ŞENGAL- Li Çiyayê Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Sor. Komên Rojava bi sitiranên xwe reng dan şahiyê û li ber dengê stiranên wan govend hat gerandin.
Li kampa Tev-Da ya Şengalê Cejna Çarşema Sor hat pîroz kirin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre bi ser navê Komîteya Amedekar a şahiyê axaftina pîrozbahiyê hat kirin, her wiha di şahiyê de peyama hevseroketiya KCK'ê hat xwandin. Şahî bi amedebûna koma Botan û koma Şehîd Osman ên Rojavayê Kurdistanê ku bi stranên xwe reng dan cejnê. Di şahiyê de koma şano ya navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo beşdar bû û şanoyên xwe pêşkêş kirin û ji aliyê xwe ve jî zarokên Şengalê helbest gotin.
Şahî gerandina govendên dawî bû.
(zt)