Asayîşa Jinan ya Til Temir parastina bajar dikin

12:22

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Endamên Asayîşa Jin ên Til Temir ê diyar kirin ku parastin erka her welatiyekê ye. Jinên Asayîşa bajarê Til Temir ê yê kantona Cezîrê diyar kirin ku ew parastina herêma xwe ji êrîşên Çeteyên DAIŞ'ê dikin. Jinan anîn ziman ku çeteyên DAIŞ'ê gelek kiryarên hovane li hember jin û zarokan bikartîne û cihên pîroz yên weke mizgeft û dêran hildiweşînin.

Piştî azadiya Kobanê niha jî li gundên Kobanê û gelek deverên kantona Cizîrê yên weke Til Temirê şer berdewam dike. Berxwedana herêm Til Temirê di roja 48'an dene. Li hemû deverên Rojava asayîşên jinan hene û jin di nava parastinê de cîh digirin. Endamên Asayîşa Jinan ya Til Temirê di derbarê berpirsiyariya xwe ya parastina bajêr de nirxandin kirin. Endama Rêveber a Asayîşa Jinan ya Til Temirê Bêrîvan Mehmûd li ser rola wan di parastina Til Temir de axavî.

'Ji bo parastina bajar em berpirsyariyên xwe tînin cîh'

Bêrîvan diyar anî ziman ku li Til Temirê berxwedan berdewame û wiha got: ''Yekîneyên me YPG,YPJ û asayîşê derbeyên giran li Til Hemîs û Kobanê li çeteyan dan. Li Til Temir berxwedana ketiya roja 48'an di vê demê de yekîneyên me serkeftinên mezin bi dest xistin. Asayîşa Jinan jî ji bo parastina bajar rola li ser milê wan dikeve pêk tînin û her dem di nava amedekariyan de ne. Em bang li ciwanan dikin ku tevlî ruhê berxwedanê û fedayetiyê bibin û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û erdê ku li ser jiyan dikirin, bikin ji ber ku îro roja berxwedanê ye û ji bo bidestxistina azadiyê bedel wê bên dayîn.''

'Em hem parastina cewherî û hem jî berpirsiyariyên civakî tînin cîh'

Endama Asayîşa Jinan ya Til Temir ê Cemîla Ereb jî wiha axavî: ''Em li bajêr çi li ser mile me dikeve e ji her alî de em pêktînin, bi riya vê berxwedaniyê me hebûna xwe îsbat kir. Me wek asayîşê gelek bendên kontrolê di nava bajêr û dervayî wê danîne û ji aliyekî din ve jî dosyeyên ku ji aliyê gel ve tên em çareser dikin. Ji çaxa ku êrîş bi ser bajarê Til Temir de destpê kirin e, ji aliyê civakî de karê me nehat rawestandin, me wek asayîşa jin 4 dosyeyên jinan çareserkirin e.''

Endama Asayîşa Jinan ya Til Temirê Jînda Umer jî diyar kir ku endamên asayîşê ji bo ewlekariya bajêr tevî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di berxwedanêdenin û got: ''Her kes dibêje ku jin nikarin parastinê bikin lê me ev yek îsbat kir ku jin dikare her tiştî bike û dikere li hember terorîstên DAIŞ'ê jî şer bike û êrîşên wan bişkîne. Em ê li berxwe bidin heta dawiyê û hemû pilanên Çeteyan têk bibin e.''

(sş)