Jinên Til Temirê li gel êrîşên dijwar jî axa xwe bernedan

12:38

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Welatiyên bajarê Til Temirê li gel hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jî dest ji warê xwe bernedan. Dayîka Hamîda ya ku 3 zarokên wê di nava refên YPG'ê de cîh digirin diyar kir ku ew ticarî dest ji warê xwe bernade û heya dawiyê de piştevaniya zarokên xwe bike.

Welatiyên bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê ya Rojava li gel êrîşên herî dijwar yên çeteyên DAIŞ'ê jî axa xwe neberdan û heya dawiyê li ber xwe dan. Yek ji jinên bi îsrar ji cîh û waêr xwe derneketî jî Hamîda ye. Dayîka 4 zarokan Hemîda Ebdullqadir ya 56 salî ku 3'ê zarokên wê dinava refên YPG'ê de nin anî ziman ku ewê ticarê dest ji cîh û warên xwe bernede û wiha got: ''Tevî êrîşên giran bi ser bajarê me de ji 23'sibatê de lê me dev ji erdê xwe berneda û derketina ji bajêr me red kir, ên parastina me dikin hemû zarokên me ne ji ber wê erkê me ye ku em piştgiriya wan bikin. Banga min ji bo her kesiye ku vegerin erd û herêma xwe û piştgiriya berxwedaniya şervanên YPG,YPJ li hember çeteyên Daîş'ê bikin.''

'Emê heya dawiyê dest ji axa xwe neberdin'

Zibeyda Ebdullqadir ya 70'ê salî jî li ser êrîşên bi ser bajarê Til Temir de wiha axivî: ''Êrîşên ku bajarê me ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê rastî hat armanca xwe pêkhatiyên herêmê berahev bidin û herêmê ji gelê wê vala bikin. Şervanên YPG û YPJ niha bi erkê xwe ji bo parastina herêmê dikin û xetên parastinê ava kirine ji bo têkbirina êrîşên çeteyan û di nava bajêr de jî hêzên Asayîşê ewlekariya hundirîn parastinê, ji ber vê piraniya gelê herêmê niha vegeriyane.''

Welatiyê bi nave Hesen Mihemed Elo yê 80'ê salî jî di derbarê êrîşên ser Til Temirê de wiha got: ''Tevî ku temenê min ê mezine jî lê ji roja ku êrîş bi ser herêmên me de hatine me herêma xwe terk nekir û me piştgirî da şervanan û moral da wan, ji ber ku erka me mayîna li bajare ne ku em jê koçber bibin.''

(sş)