Namzedên jin ên Riha û Dîlokê amadene ku bendê derbas bikin
13:17
Namzedên jin ên Riha û Dîlokê amadene ku bendê derbas bikin
JİNHA
RİHA/DİLOK- Namzedên HDP'ê yên jin ên Riha û Dîlokê ku ev salane bi awayekî aktîf di nava têkoşîna azadiya jinê azad de xebatan didin meşandin lez dan xebatên hilbijatinê.
Jinên ku di nava HDP'ê de bûne namzed her yek xwedî çîrokek cûda ye û ji bo hemû pirsgirêkên jinan çareser bikin têdikoşin. namzet, ji jinên di malê de, heya dayikên aştiyê, ji hevşaredartiyê heya siyasetê xwedî qadên cûr bi cûrin. hin ji van jinan jî namzedên jin ên Riha û Dîlokê ne.
DÎLEK OCALAN: Di vê demê de namzedek ji malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji di nava HDP'ê de cih digire. Dîlek Ocalan ku keça xwişka Rêberê Gelê Kurd e ku mirov bêje ji vê malbatê têkoşîna azadiya dest pê kiriye dê şaş nebe. Dîlek Ocalan ev bi salane bi awayekî aktîf têdikoşe. Dîlek li gundê Amarayê ya girêdayî Xelfetiya Rihayê ye hatiye dinê. Dîlek ji nava 7 zarokan ya herî dawî ye. Dîlek, ji beşa Zanîngeya Mêrsinê ya Turîzm û Gerê mezûn bûye û bi salane bi awayekî aktîf di nava xebatên jinê de cihê xwe digire.
LEYLA GÛVEN: Yek jî ji namzeda HDP'ê ya Rihayê Leyla Guven e. Gûven, di têkoşîna ku di qadên pêş de daye tê nasîn. Gûven, di sala 1964'an de li gundê Yapali ya girêdayî Cîhanliya Konyayê ye hatiye dinê. Gûven di salên 1990'î de ku zilm, îşkence û komkujiya heri mezin dihatin meşandin dest bi siyasetê kir û di sala 1994'an rêveberiya HADEP'ê ya Konyayê kir. Gûven di sala 2000 de bû endama PM ya DEHAP'ê û di sala 2001'an de jî li Edeneyê serokatiya beşa jinê kiriye. Gûven di 2004'an de serokatiya şaredariya Kuçukdîkîliya Edeneyê kir, piştre 2009'an de seroka şaredariya Wêranşarê hat hilbijartin. Gûven di 24'ê Kanûna 2009'an di operasyona di bin navê KCK'ê hat girtin û 4 sal di girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê de ma. Gûven di Tebaxa 2014'an de tahliye bû û di KCD û Yekitiya Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê de xebitî û niha jî xwe amade dike ku vê siyasetê dem dirêj bibe meclisê.
GULCAN AVCİ: Namzedek din ya HDP'ê Gulcan Avciye. Avci di sala 1988'an de li Siwêreka Rihayê hatiye dinê. 11 xwişk û birayên Gûlcan hene. Gûlcan beşa mamostatiyê xwendiye û xebatên xwe di bin banê Egîtîm Sen a Rihayê de daye meşandin û niha jî namzeda HDP'ê ya Rihayê ye.
AYŞE DOGAN: Yek ji namzeda HDP'ê ya Rihayê dayika sê zarokan Ayşe Dogan e. Ayşe di sala 1975'an de li Rihayê hatiye dinê. Ayşe heta niha li hemberî zayendperestiya civakî têkoşîn daye meşandin û bi têkoşîna xwe ya salan niha bûye namzeda HDP'ê ya Rihayê. Her wiha Ayşe niha delegeya KCD'ê ya Rihayê ye û dixwaze vê siyaseta xwe derbasî meclisê bike.
YAGMUR AKAY: Yek ji namzeda HDP'ê ya ciwan Yagmur Akay e. Yağmur di sala 1984'an de li Alanyaya Antalyayê hatiye dinê û beşa Fakulteya Karsaziyê xwendiye. Niha jî beşa Rêveberiya Cemaweriyê û Aboriyê dixwîne. Yağmur ji ber zordestiya ku li ser gel dihat meşandin zû dest bi têkoşînê kir. Birayek wê di nava PKK'ê de şehîd ket û xwişkek wê jî dema ku di nava PKK'ê de birîndar dibe ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê girtin. Disa xwişkek wê ya din ya bi navê Rabîa Dalkiç jî dema di nava PKK'ê de birînda dibe derbasî Ewropa dibe û hê jî li vir xebatên siyasî dide meşandin. Yağmur ku dû zanîngeh xilas kiriye li gel zimanê Îngîlîzî Almanî jî dizane û niha namzeda HDP'ê ye.
Namzeda HDP'ê ya Dîlokê
Gûzel Koç
Gûzel Koç dibistan li Fransayê xwend. Piştî ku dibistanê xilas kir di 18 saliya xwe de li Parîsê bi cih bû. ji ber ku li hemberî jinên sergirtî neheqî dihat meşandin li gel wan cih girt û bi wan re têkoşînê da. Gûzel piştre jî beşa Hiqûqê û Siyasetê xwend. Guzel xebatên xwe yên masterê jî li ser polîtîkaya Îslamê û yê polîtîqayên Tirkiyeyê pêk anî. Niha jî ji Dîlokê bûye namzeda HDP'ê.
Fatoş Çetînkaya
Namzeda HDP'ê ya din jî Fatoş Çetînkaya ye. Fatoş ji Dêrsimê ye û beşa civakî xwendiye. Fatoş di her qadê jiyanê de têkoşînê daye meşandin û li hemberî hemû neheqiyên ku li ser gel û jinan hatiye meşandin derketiye. Fatoş diyar dike ku wek jinekî kurd û Elewî xwe herî zêde dikare di nava HDP'ê de îfade bike û wek jinek bibe dengê jinan, ji bo mafê hemû bindestan biparêze, ciwanan û hemû gelan di nava HDP'ê de weke namzed cihê xwe girtiye.
Tugçe Ozsoy
Tugçe Ozsoy di sala 1988'an de li Boloyê ji dayik bûye. Di sala 2010'an de Beşa Qirêjkirinê û Kontrolê xwend. Di çalakiyên Parka Geziyê de weke jinek sosyalîst cihê xwe li gel bindestan girt. Ji ber van çalakiyan cezayê pere lê hat birîn. Piştre jî weke endama meclisa HDK û HDP'ê xebatên xwe da meşandin. Tugçe ji bo di nava têkoşîna Kurd de cihê xwe bigire û mafê jinan biparêze bû Endama Daîmê ya KJA'yê. Niha jî Namzeda HDP'ê ye.
Berîvan Ozpolat
Berîvan Ozpolat Şîmşek jî di sala 1979'an de ji dayik bû. Bêrîvan, li Enqereyê dema di beşa Hiqûqê de dixwend, di nava xebatên jinan de cihê xwe girt. Piştî ku beşa hiqûqê qedand li Dîlokê dest bi xebatên xwe yên parêzeriyê kir. Her wiha di ÎHD'a Dîlokê de jî bi awayekî aktîf xebatên xwe dide meşandin. Her wiha ji bo alîkariyê bide gelên ku tên bindest ji bo wan xebatan dide meşandin. Bêrîvan da zanin ku ji ber ku niha namzedê HDP'ê ye û di siyaseta Kurd de cihê xwe digire gelek kêfxweş e.
Dîlek Buyukkaya
Dîlek Buyukkaya li bajaroka Gogan a Xelfetliya Rihayê ji dayik bûye. Piştî ku beşa Koleja Mamostetiyê li Mêrdînê qezenc kir, ji ber hişmendiya zilam ku jê re astengî hat derxistin nexwand. Di temenekî biçûk de hat zewicandin. Piştî demekî ji ber tundiyê ji hevserê xwe veqetiya. Dîlek dema ji hevserê xwe qetiya zarokek wê ya keç a 5 salî jî hebû.Dîlek ku Kuaforî dikir keça xwe da xwendin û wê jî bi keça xwe re zanîngehê xwend. Piştî ku siyaseta Kurd nas kir bû namzedê HDP'ê û niha jî hewl dide di nav HDP'ê de siyasetê bike û bibe dengê hemû jinan.
(ch)