Hevserokatiya CRA'yê hat qebûlkirin
14:02
Bêrîtan CANOZER /JINHA
AMED: Piştî ku pergala hevserokatiyê ya Cemîyeta Rojnamegeriya Azad ji aliyê Waliyê Amedê ve hat qebûlkirin ket meriyetê. Hevseroka Cemîyeta Rojnamegeriya Azad Nevîn Erdemîr destnîşan kir ku ew ê di her xebatê de pergala wekheviyê esas bigirin.
Cemîyeta Rojnamegeriya Azad ku ji bo bibe dengê Rojnamegerên Kurd yên Muxalîf di Çileya 2013'an de hat îlankirin û piştre ji bo pergala hevserokatiyê serlêdan hat kirin. Beriya niha ji bo rêveberiyên herêmî serlêdanî welîtiyê hatibû kirin ji bo pergala hevserokatiyê lê nehatibû qebûlkirin. Ji roja ku Cemîyeta Rojnamegeriya Azad hatî avakirin û şûnde bi pergala hevserokatiyê dihat bi rê ve birin û piştî serlêdan hevserokatiya Cemîyeta Rojnamegeriya Azad hat qebûlkirin ji aliyê Waliyê Amedê ve bi fermî ket meriyetê. Hevseroka Cemîyeta Rojnamegeriya Azad Nevîn Erdemîr der barê pergala hevserokatiyê de axivî û diyar kir ku walî ji bo vê yekê tu hişyarî yan jî tiştek ne şandiye ev yek qebûl kiriye.
'Bi fîîlî dihat meşandin'
Nevîn bal kişand ser pêvajoyê pergala hevserokatiyê û wiha got: "Cemîyeta Rojnamegeriya Azad di çileya 2013'an de hat îlankirin. Beriya niha xebat di nava Cemîyeta Rojnamegerên Rojhilata Navîn de dihat meşandin. Lê belê li hemberî zordestî, astengî û êrîşan pêwîstî bi avakirin û rêxistin kirina Rojnamegerên Kurd ya Muxalefet hebû. Piştî ku ev hat avakirin bi awayekî fîîlî, bi rêbaza pergala hevserokatiyê xebat hatin meşandin."
'Pergala hevserokati'
Nevîn diyar kir ku ew weke cemîyet dema li siyaseta ku li Tirkiyeyê tê meşandin dinêrin dibînin ku êdî jin di her qada jiyanê de cihê xwe digirin û wiha axivî: " Emê weke cemiyet ji niha û şûnde di hemû xebatên xwe de pergala hevserokatiyê esas bigirin û têxin meriyetê. Ev ne tenê li ser nûnertiya jin û zilam tenê ye, ev di heman demê de ji nûve dest girtina civakê ye. Li hemberî desthilatdarî û zordariya ku tê meşandin pergala alternatîf hevserokati ye. Dê ji niha û şûnde jî hemû xebatên me li ser bingehê nûnertiya jinê û nûnertiya wekhevî xebat werin birêvebirin."
(ch)