Bi pêşengtiya KJA'yê bûroyên jinan ên hilbijartinê
14:04
JİNHA
AMED: Namzedên jin ên HDP'ê ji bo ku bi jinan re bi awayekî hêstanî bên gel hev û HDP'ê vegerînin rengê jinan bi pêşengtiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê bûroyên jinan ên hilbijartinê vekirin. Hevserokê DBP'a Navenda Amedê Hafîze Îpek der barê bûroyên jinan de axivî û da zanîn ku dê hemû jin ji bo hilbijartinê mîsyonek rêxistinkirî pêk bînin û wiha got: "Ji bo ku namzedên me yên jin her tim bi jinan re di nava têkiliyê de bin û daxwazên jinan di cih de guhdar bikin me van bûroyan vekir."
Hafîze diyar kir ku wan cara yekem li navçeyên navendê yên Amedê bûroyên hilbijartinê vekirine û wiha dom kir: "Ger ku daxwaz zêde bibin em ê li hemû navend û navçeyan bûroyên jinan ên hilbijartinê vekin. Ji bo di meclisê de nûnertiyek wekhev pêk bê, xebatên me yên hilbijartinê bi awayekî aktîf û hêzek mezin berdewam bike. Bi bûroyên hilbijartinê hedefa me ewe ku jin zêdetir xwe bi rêxistin bikin."
Hafîze got ku vekirina bûroyên jinan ên hilbijartinê daxwaza gel bû û wiha pê de çû: "Me jî bersiv da daxwazên gel. Em ê bi bûroyan hê lezgîntir bigihîjin jinan. Li gund û navçeyan gelek jin dengê xwe didin HDP'ê, lê hin jin jî dengê xwe didin partiyên din ku namzedên wan zilam in. Ji ber wê jî em ê xwe bi van bûroyan bigihîjînin jinan. Ev bûro ji bo me stratejîk in."
Hafîze bi lêv kir ku dê biçin hemû malan û jinan bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê her roj bi awayekî rûtîn bi jinan re bên gel hev. Me dît ku piştî me van bûroyan vekir, jin zêdetir bi awayekî azad dikarin xwe îfade bikin. Me bi Kongreya KJA'yê zêdetir xwe bi rêxistin kir. Me wekî KJA van bûroyan ava kir. Dê têkoşîna me tenê di dema hilbijartinê de bi vekirina bûroyan sînor nemîne. Em ê piştî hilbijartinê bi jinan re zêdetir bên gel hev. Ji ber wê jî ji bo ku em bibin dengê hemû jinan em ê deriyekî ku lê nedin nehêlin."
(şg/zd/ch)