Ayşe li hember şideta ser jinan di HDP'ê de namzete
09:46
Handan Tufan-Ceren Karlıdağ/ JINHA
İZMİR - Namzeta HDP'ê ya Îzmîrê Ayşe Firtina Ozen ya ku di 17 saliya xwe de li gorî kevneşopiyên civakî zewiciye, di roja zewiciye de rastî şidetê hatiye, piraniya temenê xwe di xebata nava baxçan û fabrîqan de derbaskiriye wiha dibêje: "Xebata min ya jinê wiha despêkir." Ayşe ya ku armanc dike tekoşîna jinan bibe meclisê bang li hemû jinan kir ku di HDP'ê de bicivin.
Namzeta HDP'ê ya Herêma 1'emîn ya Îzmîrê Ayşe Firtina Ozen ya 46 salî armanc dike ku tekoşîna jinan bigihîne meclisê. Ayşe ya ku li gundê Kizilca yê girêdayî navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê dijî heya temenê xwe yê 20 saliyê di nava baxçan de û paşê jî di fabrîqan de xebitiye. Ayşe ya ku ji elewiyên Herêma Ege yê ye û piştî qirkirina Sêwasê ya sala 1993'an tevlî tevgera elewiyan bûye. Di sala 1996'an de berpirsiyariya avakirina Komela Çandê ya Pir Sultan Abdal girtiye ser milê xwe û di rêveberiya wê de cîh girtiye.
'Tenê daxwaza min bi hişmendîkirina jinane'
Ayşe anî ziman ku hîna 17 salî li gel toreyên civakî hatiye zewicandin û wiha domand: "Roja ku ez zewicîm min ferq kir ku rastî şidetê hatim. Roja dinê bi hincetên ez ne keçim, ez cardin vegerandim mala min. Ev dikare weke êrîşên zayendî û derunî bên binav kirin, ji ber ez gelek biçuk bûm di ferqê de nebûm. Tekoşîna min ya jinan wiha despêkir. Bi îsrara bavê xwe min serî li dadgehê da lê mixabin cara despêkê bavê min li gel min hat testa bekaretê. Hîna li heman gundî dijîm. Hîna li heman gundî dijîm, her roj bi dîtina yên şidet li min kirine dijîm, ji bo min jî ya herî bi êş eve. Li gundê lêdijîm her roj li ber çavê min jin rasît şidetê tê. Tenê armanca min hişmedîkirina jinane. Ji ber wê jî di HDP'ê deme."
Ayşe bilêv kir ku ew di nava malbatek CHP yî de mezin bûye. Ayşe da zanîn ku piştî bûye namzeta HDP'ê li gundê dijî li hember HDP'ê mereqek bi gundiyan re daye çêkirin. Ayşe destnîşan kir ku gundî her dem pirsên girêdayî HDP'ê jê dipirsin û wiha berdewam kir: "Li cihên ku ez nagihimê bi alîkariya hevalên xwe em partiya xwe didin nasîn. Di hilbijartinên herêmî de me 18 deng girtibû. Niha jî 50 dengên me hene. Ev jî serkeftina meye." Ayşe diyar kir ku partiyên din ji bo kontanjenê yan jî ji bo girtina dengê jinan li gorî berjewendiyên xwe jin cih dane jinan, lê bi rasît HDP dixwaze jin di meclisê de cîh bigirin û wiha dom kir: "Ez dixwazim hemû hevalên min yên jin di nava HDP'ê de cîh bigirin."
(zt)