'Viyan bersiva jiyana azade'
09:49
Bêrîtan Elyakut/JINHA
KOBANÊ - Piştî ku di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de Sevim Kaya (Viyan Amara) di 26'ê sibata sala 2013'an de jiyana xwe ji dest da gelek ciwan û jinan soza tevlîbûna nava refên YPG û YPJ'ê dan. Ji şervanên YPG'ê Cihan Hesen û Dilxaz Bagok yên ku Sevim naskirine û li gel wê di heman çeperan de cîh girtine gotin: "Viyan bersiva jiyana azade" û ewê heya dawiyê di şopa wê de bimeşin.
Sevim Kaya (Viyan Amara) ya ku berî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê xebatên perwerde û hînkariyê bi rêve dibir ji aliyê xwendekarên xwe û hevalên xwe yên mamosta ve pir dihat heskirin. Kobanê weke zaroka xwe li Sevim xwedî derdikeve. Sevim di 26'ê sibata sala 2013'an de li gundê Kendal yê girêdayî Grê Spî di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Sevim a ku di rêya Viyan Soran de soza Viyan bûnê dayî bi sekna xwe ya jiyanê hemû jinên Kobanê bandor kiriye. Ciwanên ku piştî Sevim biriyara tevlîbûna nava refên YPG û YPJ'ê dan bi biriyara Viyanbûnê di çeperan de cîh girtin. Yek ji jinên ciwan yên Viyan naskirî û piştî Viyan soza berdewamkirina tekoşîna Viyan dayî xwişka Cihan Hesen şervana YPJ'ê Şîrîn Hesen (Viyan Rustem) diyar kir ku dema ku Viyan li Kobanê mamostabû ew jî di heman demê de di nava xebatan debû û wiha domand: "Ji derveyî mamostayiyê weke hevalekê li gel me di xebitî. Nêzîkatiya wê ya li me gelek cudabû, me ticarî hîsnedikir ku em li gel qadroyekê dixebitin. Viyan weke heval, xwişk nêzî me dibû."
'Viyan parçeyek ji me bû'
Cihan bilêv kir ku Viyan tayîbet nêzî jinan dibû ji bo hemû jinan yek bi yek nasbike ji bo wan civîn li dar dixist. Cihan da zanîn ku ji bo Sevim hemû mirovan ji nêz ve nas bike li hemû malan dibû mêvan û wiha berdewam kir: "Ez despêkê dixwazim têkiliyên wê yên li gel malbata xwe bigirim des. Viyan bi giyana xwe ya bedew ku şewqa wê dida ser ruyê wê di bûyîna ferdek ji malbatê biser ket. Nêzîkatiya wê ya li gel dayîk û bavê min gelek cuda bû, her dema ku dihat bi saetan li gel wan rudinişt û nîqaş dikir."
'Di hindirê her zarokekê de Viyanek biçuk yeye'
Cihan destnîşan kir ku bavê wî li cihê navê Viyan keça min dixebitand û wiha dom kir: "Dema ku Viyan ji malê derdiket û wê şevê nahatana malê weke di malê de tiştek kêmbû." Cihan derbirî ku Viyan di her malek Kobanê de gelek dihat heskirin û wiha qala nêzîkatiyên wê yên li gel zarokan kir: "Viyan gelek bi zarokan re mijul dibû, bi saetan li gel wan lîstok dilîst. Di her dibistanek Kobanê de teqez bîranînên Viyan hene. Di hindirê her zarokekê de Viyanek biçuk heye. Ji ber Viyan li vêderê giyana xwe ya bedew û kenê xwe dida hemû malbat, jin û zarokan"
'Piştî Viyan hêrsa me zêdetir mezinbû'
Cihan diyar kir ku dema wî bihîstî Viyan jiyana xwe ji dest daye weke ku di nava xebat, jiyana dibistanê û malbatê de parçeyek qetiya û gelek xemgîn bûye. Cihan yekem car wê demê dîtiye bavê wî giriye û wiha axivî: "Me gelek endamên malbata xwe windakirin, lê yekem car min dît ewqas bavê min ji kurahiya dil digirî. Dema ku min agahiya şihadeta wê bihîst ez bezîm gel bavê xwe min dît bavê min bi her du destan li xwe dixe û dibêje 'Ax Viyana min te çî li bavê xwe kir.' Wê demê me hîs kir ku parçeyek ji malbata me qetiya û hêrsa me zêdetir bû." Cihan diyar kir ku yekem car merasîmek wiha mezin li Kobanê çêbû û hemû gel rabûn ser lingan.
'Dest ji lêgera xwe ya ser nasîna zayendî berneda'
Dilxwaz Bagok jî Sevim weke rengê çiyayên Kurdistanê binavkir û wiha got: "Hîna di temenek biçuk de di hindirê Viyan de rastiya fezayê û lêgerîna heqîqetê hebû. Ew temenê xwe di nava gel de derbas kir û her dem pirs dipirsî. Yek ji wan pirsan jî çima zimanê wê yê dayîkê jê hatiye dizîn. Her dem Viyan pirsek wiha dikir 'Çima em bi zimanê xwe yê dayîkê napeyîvîn.' Lê kesê bersiv nedida pirsa wê. Dilxwaz da zanîn ku Sevim ji lêgera xwe ya ser nasîna zayendî paşde neçu û di wê çarçovê de tekoşîna xwe berdewam dikir.
'Her devera ku diçuyê kelecana xwe dida wê'
Dilxwaz anî ziman ku Sevim her tişta di ramiya li gel wan pardikir û wiha dom kir: "Viyan her dem ji bo gel û tayîbetî jî ji bo zarokan xebat bi rêve dibir. Viyan ticarî li hember pirsgirêkan bê çare nemaye û ji bo her pirsgirêkan li rêyên çareseriyê digeriya. Dema ku kêmanî hebana hema rexne dikir. Giyan û dilê wê gelek ferehbû û bi heman şêweyî nêzî her kesê dibû. Hevaltiya Viyan ji bo me mînake û ew her dem xwediyê tarzek axaftina îqnakirinêbû. Tayîbetî jî gelek ji zarokan hez dikir. Ew bi ruyê xwe yê ken bersiva jiyana rastbû. Viyan di nava jiyanê de bi kelecan bû. Her devera ku diçuyê wê kelecanê didayê."
'Têkiliyên Viyan bi gel re gelek bi hêz bû'
Dilxwaz bilêv kir ku di mijara jinan de Sevim gelek bi baldarî nêzdibû, ser di ramiya û digot: "Her ku ez lêkolîndikim zêdetir kurdibim. Ez di her hevokê de kuraniyekê dibînim û zêdetir xwe nas dikim." Dilxwaz derbirî ku têkiliyên Viyan bi gel re gelek bi hêz bû û wiha dom kir: "Wê dixwest hemû malên gel ziyaret bike û rewşa her kesê ji nêz ve bizane. Bi felsefe û baweriya xwe dixwest her kesê nas bike. Daxwaza wê ya yekem li hemû Kurdistanê xebatên ziman dana meşandinbû. Li hemû navendan dihat dîtin, li akademiyan perwerde dida û li gel mamostayan xebatên dibistanan bi rêve dibir."
(zt)