Zarokên keç yên winda li malên polisan hatin dîtin
11:47
JINHA
SÊRT - Du polîsên li Enmniyeta Muduriyeta Sêrtê kar dikin du zarokên keç yên 16 û 18 salî di mala xwe de desteser kirine. Emniyet ji bo parastina polîsan ketin tevgerê ji bo bûyer neyê bihîstin weke 'şer' bi nav kirin.
Di derbarê du zarokên keç yên bi navê Z. G ya 1997'an de welidiyî û A. N ya 1999'an de welidiyî de du rojbûn agahiya wendane hatiye belavkirin. Piştî demeke kin agahî nava bajar belavbû malbatên zarokan her du zarokên xwe li malên polîsan dîtin. Li ser bûyerê gelek polîs derdorî malan hatin peyîwirdarkirin û her du polîstên gumanbar ji mala ku têde jiyan dikirin rakirin birin emniyetê.
Li gotî nûçegihana Rojnama Taraf ê Bahar Kiliçgedik ji bo parastina polîsan emniyet ketiye tevgerê û bûyer weke 'şer' dane diyar kirin. Di derbarê polîsên bi gomana îstismara zayendi tenê ji sucê "kes ji azadiya kesanî girtinê" hatin sucdarkirin. Bavê A. N T. N di derbarê 2 polîsan de gilî kir û da zanîn ku ew ji baroyê parêzeran û pisporên Xizmetên Civakî naxwazin. Di vê rewşê de emniyetê îfada mexduran negirtiye tenê xwestine bi daxwaznameyên malbatan ser bûyerê bigirin.
'Dosya veşarî tê girtin'
Serokê Şaxa ÎHD'a Sêrtê Zana Aksu diyar kir ku ser bûyerê wan li gel Waliyê Sêrtê hevdîtin kirine û got: "Berê tenê peyîwira polîsan hatiye guhertin. Ev tam sikandaleke. Ser bûerê me li gel Waliyê Sêrtê hevdîtin kir. Em dosyayê nabînin. Em nizanin çawan kirine. Emniyetê girêdayî bûyerê ne ji Baroya Sêrtê parêzer gazî kiriye û ne jî ji Xizmetên Civakî pispor xwestine. Yek ji zarokan 16 saliye. Her çendî bûyerê weke 'ji azadiyê bê parkirinê' bigirin jî sucek 'îstismara zayendiye'. Her wiha divê li gel derunas yan jî pedagog an zarok îfade bidin."
(zt)