‘Bila hestîyê me bidin’
11:51
JINHA
ŞIRNEX - Dayikê Şemiyê di hefteyea 330’de jî edalet xwestin. Vê heftê çîroka Huseyîn Teymurtaş hat vegotin. Hevsera Hüseyîn Fatma Teymurtaş wiha got: “ Bila qene hestiyê me bidin. Dewlata tirk çidike ji hestiyê me yê rizandî Bila edî hestirê dayika bisekinin min du caran çavên xwe emelyat kiriye ji hêstiran.”
Dayikê Şemiyê bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darezandin çalakiya xwe ya hefteya 330’emîn pêk anîn. Di çalakiya ku li ber dibistana Navîn ya Cizîrê pêk hat de pankarta wêneyên windayan hat vekirin. Rêveber û endamên MEYA-DER, TUHAD-FED, İHD, Kurdî- DER, DBP, HDP, xizmên windayan jî di navê de gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Vê havtê çiroka Huseyîn Teymurtaş ji aliyê hevsera wî Fatma Teymurtaş ve hat vegotin. Fatma anî ziman ku ji bo îfade danê Qereqola Basan di sala 1989 de bangî Huseyîn dike, Huseyîn piştî ku diçe qerekolê carekadin nayê dîtîn. Fatma diyar kir ku ew jî weke hemû gelan mafê xwe dixwazin û wiha got: "Bila qene hestiyê me bidin. Dewlata tirk çî li hestiyên me dike. Bila êdî hestirê dayika bisekinin. Ji girî min du caran çavên xwe emelyat kiriye.” Piştî Fatma nûnerê Şaxa İHD’a Cizîrê Abdullkerim Pusat axivî. Abdulkerîm xemgîniya xwe li hember çîroka Huseyîn anî ziman û balkişand ser buyerên ku piştî qebulkirina pakêta ewlehiyê û wiha got: "Pêkanînên salê notî carekedin dubare dibin. Êdî heta em ji Cizîrê diçin Şirnexê rastî lêgerîn û İşkenceya tên. OHAL bi vê pakêtê dîsa hat Îlan kirin.” Abdullkerim li ser Buyera Agirî jî sekinî û diyar kir ku berpirsiyarê van bûyaran kî dibe bila bibe divê dewlet wan derxe holê û bên cezakirin.
(ma/zt)