Şervana YPJ'ê Şerîfe li cihê wesyet kirî Amedê hat definkirin

13:04

JINHA

AMED - Ser wesiyeta Şervana YPJ'ê Şerîfe Baran (Stêrk Hekarî) ya ku di 4'ê sibatê de di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî li Amedê hat veşartin. Cenazeyê Şerîfe ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Yenîkoyê hat sipartina axê.

enazeyê Şervana YPJ'ê Şerîfe Baran (Stêrk Hekarî) a ku di 4'ê sibatê de li Kobanê di şerê li hemberê çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hate definkirin. Hate zanîn ku cenazeyê Şerîfe li ser wasiyeta wê anîn Amedê û bi tililî û dirûşmeyan hat definkirin. Cenazeyê Şerîfe duh ji aliyê malbatê ve ji Rihayê hat wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê Şerîfe di ketina Amedê de ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û birin mogra Yenîkoyê. Cenazeya Şerîfe serê sibê ji aliyê welatiyan ve ji morgê hat wergirtin û birin Mizgefta Goristana Yenîkoyê. Cenazeyê Şerîfe piştî wecîbeyên olî bi alên kesk, sor û zer hate pêçandin û ji aliyê jinan ve li ser milan ber bi goristanê ve birin. Di meşê de wêneyên Şerîfe hat hilgirtin, dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Qatîl DAİŞ hevkar AKP", "Kurdistan dê ji bo DAİŞ'ê bibe goristan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Rêya me Berîtan, Serokê me Ocalan" hatin berzkirin. Rexistinên HDP/DBP'ê, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, MEYA-DER, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar, hevşaredarên navçeyan, Namzeta HDP'ê ya Amedê Çagla Demîrel û gelek welatî tevlî merasima cenaze bûn. Cenazeyê Şerîfe li goristanê bi ala kesk, sor û zer hate definkirin. Piştî karên definkirinê xilas bûn sruda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'ê yê Amedê Mehmet Yaşar axivî û got: "Bila hêzên emperyalîzmê bizanin bi hezaran Stêrk hene. Em dizanin ku dayîka Tolê xemgîne, lê em bi saya fedekariya wan xwe bi hêz hîsdikin. Wê bi raman û felsefeya Rêbertiyê berxwedan kir û gihişt şihadetê. Emê bi raman û felsefeya Rêbertiyê pêşde biçin û bigihin serkeftinê."

(zt)