Jinan ji bo 7'ê Haziranê Koordinasyona hilbijartinê avakir

10:12

Eylem Daş/JINHA

STENBOL - Bi nêzbûna Hilbijartinên Giştî re ji bo alîkarî dayîna namzetên jin yên HDP'ê ji derdorên cuda li Stenbolê jinan ji bo 7'ê Haziranê Koordinasyon Jinan ya Hilbijartinê avakirin. Nimet Tanrikulu got: "Heger em dengê xwe dernexin dê mêr li şona jinan gotinê bêjin. Li hemberî wê em dibêjin dengê me ji bo HDP'ê."

Piştevaniya feministan ji bo HDP ya ku herî zêde jinan têde cîh girtî heye. Ji bo barajderbaskirina partiya ku polîtîkaya jinan dê jin diyar bikin HDP ji derdorên cuda jin ketina nava serferbariyê. Jinên ji derdorên cuda hatin bahev li Stenboê hatin bahev û ji bo 7'ê Herzîranê Koordinasyona Jinan ya Hilbijartinê avakirin. Nimet Tanrikulu ya ku di nava Koordinasyonê de cîh digire da zanîn ku têkela HDK'ê, feminist, jinên çepgî û bê alî di navê de cîh digirin û wiha domand: "Em dibêjin 'emê bi hev re jiyana nû avabikin û tekoşîna jinan bibin meclisê.' Ne ji ber em meclisê weke qada tekoşînê dibînin, em armanc dikin ku ew hêza me ji kolan û qadan girtî em bibin meclisê. Emê bi 268 jinan biçin meclisê. Heya niha polîtîka ji aliyê mêran ve hat kirin. Em dibêjin 'li gel barajê jî emê jin li meclisê bin.' Heger em dixwazin dengê xwe bigihînin hemû jinên li taxan divê despêkê em azadiya xwe rêxistin bikin."

'Emê jiyana nû ji malê ber bi kolanê ve bihonin'

Nimet jin bi navê avakirina jiyana nû çuna meclisê giring dît û got: "Em jin heya niha di partiyên siyasî de bi modelek bê alî diketinê. Lê niha ji bo pêvajoyek dîrokî em dikevinê. Ji ber wê jî bi duruşme '7'ê Hezîranê emê bi HDP'ê re bên bahev û dengê xwe bidinê' em ketin rê. Pêvajoya siyasî hînî me kiriye ku dengê jinên malê neyê bilind kirin dê di nava siyasetê de jî dengê me bilind nebe. Ji ber wê jî emê jin bigihin hev û polîtîkayek hevbeş bixebitînin."

'Dê HDP bibe dengê hemû jinan'

Nimet balkişand ser giringiya polîtîkaya demê û wiha berdewam kir: "Ji ber heya niha dengê me ji aliyê deshilatiya mêran ve bi tirsên sidet, tacîz, tecawîz û mirinê hatiye kêm kirin. Ji bo bilindkirina van dengan emê rêbazên nû bixebitînin. Dê buroyek ya jinan ya hilbijartinê hebe. Em difikirin ji bo herêma hilbijartinan dê Stenbol başbe."

'Emê giyana çiyayan bibin meclisê'

Nimet bilêv kir ku dê giyana Geziyê û çuyayan bibin meclisê û wiha dom kir: "Li Rojhilata Navî ser jinan gotin tên kirin. Dê niha di parlementoyê de bi navê jinan gotin bên kirin. Dema ku em dibêjin 'dengê me ji bo HDP'ê yanî ji ber em di wê de azadiya nêrîna jinan difikirin. Ji hemû partiyên siyasî zêdetir jin di nava HDP'ê de azadin. Di aliyê siyasî de cudahiyên me hene, lê emê bi hemû cudahiyên xwe di wê de bicivin û dengê xwe bilind bikin. Ji ber em dizanin dema ku em dengê xwe dernexin dê mêr li cihê jinan axaftinê berdewam bikin."

(zt)