Namzeta HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn gora Elîf Sultan ziyaret kir
12:11
JINHA
DÊRSIM - Namzeta HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn gora Elîf Sultan Kalsen ya ku di çalakiya li heber Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê de jiyana xwe ji dest dayî ziyaret kir.
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, li devera Tûrûşmek a Dêrsimê gora Elîf Sultan Kalsen a di çalakiya li hember Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de jiyana xwe ji dest da ziyaret kir. Di ziyaretê de ligel malbata Elîf, Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr jî amade bûn. Di dema ziyareta gorê de tevgera hewayî ya zêde bal kişand. Piştî rêzgirtinê dûa hatin xwendin û find hatin pêxistin.
(zt)