Şaredariya Rezan ji bo gundan malên taziyeyan avadikin
15:14
Nîsan
19
/ 2015
JINHA
AMED - Hevşaredarên Rezan Birsen Kaya Akat û Eşref Guler mala taziyê ya ku li gundê Hawar tê çêkirin ziyaret kirin.
bi hişmendiya xizmetên şaredariya civakî ya Şaredariya Rezan li gundên Hawar û Kirgincik ê malên taziyê tên çêkirin. Hevşaredarên Rezan Birsen Kaya Akat û Eşref Guler mala taziyê ya ku li gundê Hawar tê çêkirin ziyaret kirin û di hemandemê de bi gundiyan re hatin bahev û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin.
Hevşaredarên Rezan yên ku dem dem bi esnafan re tên bahev diyar kirin ku dê li hemû gund û taxan malên taziyan avabikin.
(zt)