Li Akademiya Yekitiya Star ji bo jinên şaredariyan perwerde tê dayîn

12:03

JINHA

RIMÊLAN- Pişti hilbijartinên şaredarîyê Yekîtiya Star li Rimêlan ji bo jinên şaredariyê perwerde daye despêkirin. Jin ji bo beşdarbûna perwredehiyê ji hemû herêmên Kantona Cizîrê li Rimêlanin.

Rêveberiya Akademiya Yekîtiya Star ji bo xebatkarên jin yên şaredariyên Kantona Cizîrê perwerde daye despêkirin. Ji rêveberiya Akadimiya Yekîtiya Star Zozan Dêrik girêdayî xebatên wan yên perwerdê axivî û got: "Ev perwerdeya ku em didin ji bo jinên di hemû şaredariyên herêmên Kantona Cizîrê hatine beşdarî perwerdê bûne. Hijmara wan bi qasî 36 jinanin xwesteka wan ya ji bo perwerdeyê pir zêdeye. Ji bo pakbûna ji bandorên hişmendiya deshilatiya serdest perwerde amraza herî giringe.''

Jinên beşdarî perwerdê jî bûne anîn ziman ku ev perwerde ji bo xebatên wan pêdiviyek serekeye û gotin: "Despêkê em ne di hişmendiya giringiya vê perwerdê de bûn, lê niha em rastiya jinê hê baştir fêm dikin. Em dizanin ku hatina me ya vê perwerdê giringe. Em baş dizanin ku berdana me ya mal û zarokan ne vala ye.''

Rêveberiya Akademiya Yekîtiya Star bernama perwerdê jî diyar kir û perwerde bi dîroka jinê û rola wê ya di avakirina civakê de berdewam dike.

(sx/ch)