Li Dîlokê bi tevlîbûna hezaran kesan buroyên hilbijartinê hatin vekirin
12:22
JINHA
DÎLOK - Li Dîlokê bi tevlîbûna hezaran welatiyan buroya koordinasyona HDP'ê ya hilbijartinan hat vekirin.
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Koordinasyona Hilbijartinan ya HDP'ê ya Dîlokê ve li navçeya Nizîpê û navenda bajar bi tevlîbûna hewaran welatiyan buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Beriya vekirina buroyê bi hezaran welatiyan li ber dengê stiranên kurdî govend gerandin. Namzetên HDP, rêberên HDP, ESP û DBP'ê di merasîma vekirina buroyê de gel silav kirin. Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin. Di ketina buroyê de bi 13 ziman û zoravayan "Hun bixêr hatin" hatiye nivîsîn. Avahiya koorsinasyona hilbijartinê ya ji 3'ê qatan pêktê qatek jî ji bo xebatên jinan hat veqetandin.
(zt)