Jinên KESK'ê dest bi dayîna perwerdaya 'Diroka jinan' kirin
13:31
JINHA
BETLÎS - Li Betlîsê Meclîsa jinan ya KESK'ê bi armanca perwerdê her hefte bi jinan re kom dibe û perwerde li ser 'Dîroka jinan' dide.
Meclîsa Jinên KESK'ê ya Betlîsê dest bi perwerdeya 'Dîroka jinan' kir. Bi hemû endamên jinan re her hefte li malan wê werin ba hev û weneya despêkê jî li ser 'Di civaka xwezayî de jin'dê were dayîn. Jinan diyar kirin ku wan bi lêpirsîna 'Jina azad kî ye' dest bi waneya xwe kirine û ew ji meteryalên ser jinan hatine nivîsandin sûdê werdigrin. Di heman demê de jinên KESK' bi lêv kirin ku, li ser rêgezên 'Jina azad û Civaka azad' jî perwerde hatiye despêkirin û dê her hefte jî filmên girêdayî Civakê û jinan were temaşe kirin.
(rt/zt)