Otobîsa taybet ya gel li jinên xebatkar da
14:31
JINHA
STANBOL - Li Baykoz'ê otobîsa taybet ya gel li dû jinên ku li kêleka rê dar didan hev xist. Di encamê de jinek jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin,li taxa Ornekkoyê ya girêdayî navçeya Beykoza Stanbolê,otobîsa gel ya taybet a ku li ser xeta Kavacik-Alîbahadir dixebitî,li du jinên ku li kêleka rê dar didan ber hev da. Di qezayê de jina bi nav Hanîfe Guneysu jiyana xwe ji dest da û xwişka wê Şengul Gursoy jî birîndar bû. Şahîdên bûyerê dan zanîn ku ajokar dema ku otobîsê dajot bi telefona xwe re mijûl dibû.
Ajokarê otobîsê piştî bûyerê hate bin çav kirin.
(rt/zt)