KJA: Em banga soza xwe birina masê muzakereyan dikin
14:33
JINHA
AMED - KJA ji bo Komxebata di Pêvajoya Çareseriya Demokratîk û Muzakereyan ya ku dê di 9-10'ê gulanê de bê li darxistin bang kir. Ayşe Berktay got: "Emê weke jinên Kurdstanî û Tirkiyê banga gotina xwe kirina yek û birina masê muzakereyan dikin."
Kongreya Jinen Azad (KJA), bi armanca jin tevlî pêvajoya muzakereyê bibin di 9-10'ê gulanê de li Zanîngeha Bîlge ya Stenbolê "Komxebata azadiya jinê ya di pêvajoya muzakereya çareseriya demokratîk de" li darbixin û têkildarî mijarê de civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Lijneya KJA'yê Ceylan Bagriyanik, Endama KJA û Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Ayşe Berktay, Endama Lijneya Rêveber a KJA'yê Ezra Elbîstan û gelek jin tevlî civîna li Herêma Jiyana Hevbeş ya Sumerparkê pêk hat bûn. Di civîna çapemeniyê de Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Ayşe Berktay axivî.
Ayşe Berktay diyar kir ku jinên Kurdistan û Tirkiyeyê di pêvajoya muzakereyê de rê û rêbazên têkoşînê nîqaş bikin û gotinên xwe bikin yêk girgîn e û wiha got: "Ev mekanîzma dê di mijara sernavên muzakereyê de lêkolînan bikin, mijarê bi hemû jinên civakê re nîaşkirin û pêşniyar girtin, xwedîlêderînê pêk bînin û pêşengiya pêvajoyê bikin dê pêk bînin." Berktay anî ziman ku KJA'yê li ser vê mijarê 4 mehan xebatan dike û wiha got: "Divê hêj di pêvajya muzakereyê de dereng nemînin û bi hemû derdorên jinan re parve bikin û mekanîzmayên çareseriyê pêk bînin."
Ayşe da zanîn ku gavên vê xebatê dê di 9-10'ê gulanê de li Stenbolê bi "Komxebata azadiya jinê ya di pêvajoya muzakereya çareseriya demokratîk de" li dar bixin û bang li hemû jinan kir ku di pêvjoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berpirsiyarê bigirin.
(zt)