Banga li hember êrîşên ser jin û zarokan bilindkirina tekoşînê

15:38

JINHA

AMED - Ji ber du zarokên keç yên ku li Sêrtê ji aliyê polîsan ve hatî desteserkirin aktîvîstên KJA yê meş kirin û gotin: "Em bûyera li Sêrtê hatî jiyan din bi nefret şermezar dikin. Divê demek ji ya dinê zutir ev bûyer bi hemû hemû detayên xwe bê ronîkirin û daxuyaniyek civakê îqnabike bê kirin. Emê heya dawiyê peyî vê dozê bernedin. Em carekdinê jî dibêjin emê weke jin li hember vê bûyerê dê bersiva me ya herî bihêz tekoşîna me ya bi rêxistinkirî be."

Endamên KJA'yê bi armanca şermezarkirina du zarokên jin ên li Sêrtê windabibûn û pişt re li mala polîsan hatin dîtin meş li dar xist. Jinên li ber AZCPlazayê hatin cem hev ber bi Sumerparqê ve meşiyan. Di meşê de pankarta "Şîdata li hemberî jinê bîrdoziye parastin rewa ye" hatin vekirin û dirûşmeyên "Jin jiyan Azadî", "Polîsên tecwazicê Kurdistanê bicehenime","Polîsên AKP'ê dê hesabê bide" û "Slav, Slav ji Îmraliyê re hezar slav" hat berz kirin.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê jinan Nûnera DİKASUM'ê Eylem Karaaslan daxuyaniyê xwend û diyar kir ku her roj polîtikayên AKP'ê yên qirêj deşifre bidin û wiha got: "Di 17'ê nîsanê di li Sert'ê du zarokên jin ên windabibûn. Pişt re derket holê ku zarokên jin li mala polîsan hatin dîtin. Midûriyeta Polîsan a Sêrtê têkildarî mijarê de daxuyanî dabû û got ku zarokên jin bi daxwaza xwe çûne mala polîsan." Eylem anî ziman ku bi desthilatdariya AKP'ê her roj qirkirina jinê zêde dibe û şîdetên zayendî û deruni yên li hemberî jinê zêdebûn e. Eylem da zanîn ku bi bûyera Sêrtê careke din têkoşîna jinê ya bi rêxistînî çiqas pêvîst e derket holê. Eylem bilêv kir ku ew dê li hemberî tacîz, tecawiza li hemberî jinan pêk tê ber xwe bidin. Eylem destnîşan kir ku ew weke KJA bûyera Sêrtê bi tundî şermezar dikin û divê demildest kiryar bên cezakirin.

Eylem bilêv kir ku divê li hember bûyera Sêrtê tekoşîna xwe bilind bikin û wiha domand: "Em bûyera li Sêrtê hatî jiyan din bi nefret şermezar dikin. Divê demek ji ya dinê zutir ev bûyer bi hemû hemû detayên xwe bê ronîkirin û daxuyaniyek civakê îqnabike bê kirin. Emê heya dawiyê peyî vê dozê bernedin. Em carekdinê jî dibêjin emê weke jin li hember vê bûyerê dê bersiva me ya herî bihêz tekoşîna me ya bi rêxistinkirî be."

(zt)