Ji jinên girtî banga ji bo Zeynep Celaliyan

09:23

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Di derbarê polîtîkaya dardekirin û tinekirinê ya dewleta Îranê ser girtiyên siyasi yên Kurd û alîkariya kampanyeya ji bo Zeynep Celaliyan hatî despêkirin Kajîn Perî ser navê girtiyên PAJK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Siyasetmendara kurd Zeynep Celaliyan di sala 2008'an de bi hinceta endama PJAK'ê ye li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê hat girtin. Di 14'ê çileya sala 2009'an de cezarê sêdarê lê hat birîn. Ji ber bertekên rayagiştî cezayê Zeynep vegeriya muebetê. Zeynep Celaliyan ya ku 7 salin girtiye li Girtîgeha Dizel Abad de di îskenceyên herî giran re derbas bû. Di mijara windakirina çavên Zeynep de ji aliyê Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ve ji bo Zeynep kampanya navnetewî hatiye despêkirin. Girtiyên PAJK'ê jî bi daxuyaniyekê alîkariya xwe ya ji bo kampanyayê diyar kirin. Di daxuyaniya jinên girtiya ku ji aliyê Kajin Peri ve hatî dayîn de wiha hatiye gotin: "Dewleta Îranê ya dagirker dixwaze bi pêkutî û dardekirinê dengê tekoşîna kurdên Rojhilat bifetisîne. Armanca dardekirin û pêkutiyan şikandina vîna gelan e. Van kirinên xwe yên qirêj ne tenê bi dardekirinan bi her awayî dikin."


'Zeynep Celaliyan bi nexweşiyên giran re ru bi ru ye'

Di daxuyaniyê balhat kişandina ser rewşa Zeynep Celaliyan û nexweşiyên wê û wiha hat domandin: "Di nava vê rastiyê de êrîşên dewleta Îranê yên ser jinan û tayîbetî jî ser jinên kurd, mijarek tayîbete divê wijdanên mirovahiyê rake ser lingan. Tekoşera azadiyê Zeynep Celaliyan bi hewil û tekoşîna jinên kurd û jinên azadîxwaz li ber sêdarê hat parastin, lê tundî û pêkutiyên ser wê kêmnebûne. Li hember despotîzma dewleta Îranê bi mebesta parastina rumeta gelê xwe û nirxên mirovahiyê gelek caran ket girevên birçîbûnê yên dem dirêj û bi helandina bedena xwe li ber xwe dide. Îro Zeynep Celaliyan bi nexweşiyên giran re ru bi ruye."

'Divê ji bo Zeynep jin dengê xwe bilind bikin'

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "KJAR'ê ji bo azadiya Zeynep Celaliyan kampanya daye despêkirin. Çawan jinên êzidiyên li Şengalê hatin revandin rometa mirovahiyêne, divê her mirov ji bo azadiya wan dengê xwe li hember çeteyên DAIŞ'ê bilind bikin. Divê ji bo darvekirinên ji aliyê dewleta Îranê ve tên kirin û rewşa Zeynep Celaliyan jî her mirovê ku xwediyê nirxê rometêye û tayîbetî jî her jin dengê xwe bilind bikin. Em tayîbetî jî li jinên demokrat yên Tirkiyê, feminist, çepgîr, şoreşger dikin ku li hember vê rewşa Zeynep Celaliyan dengê xwe bilind bikin."

'Kampanyeya KJAR'ê ji bo me biriyare'

Girtiyan piştevaniya xwe ya ji bo kampanyayê wiha anîn ziman: "Weke girtiyên PKK û PAJK'ê em piştevaniya kampanyeya KJAR'ê dikin. Em berxwedana Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên li girtîgehên Îranê silav dikin. Em jî weke dîlên siyasiyên li girtîgihên Tirkiyê wê kampanyeya KJAR'ê weke biriyar didin pêşiya xwe, heya pêkutiyên ser Zeynep Celaliyan rabe û ew azad bibe emê her hefte ji saziyek navnetewi yan jî ji saziyek hindir re ji bo şiyarkirina raya giştî binivîsin. Berxwedan pisuleya jiyanê ye."

(zt)