Li bendava Ferqînê teqîn:13 karker birîndar bûn

12:11

JINHA

AMED - Li Bendava Ferqînê teqîn pêk hat,di encamê de du karker bi giranî 13'e karker birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxanê.

Bendava ku dikeve ser riya Batman û Ferqînê di encama karê ku dihate kirin de teqînek rûda. Di encamê de 2 karker bi giranî bi giştî 13 karker birîndar bûn. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin,sedema teqînê asêbûna gazê ye. Ji ber teqînê gelek ambulans û ekîbên tenduristiyê ji cihê buyerê re hate sewq kirin. Karkerên ku birîndarbûne ji bo tedewiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ferqînê. Hate zanîn ku piştî teqînê li tunelê de karker nemane.

(rt)