Desteya Sendîkayan Zarokên Kobanê ziyaret kir

12:45

JINHA

AMED - Desteya Sendîka ya Almanya û İngîltera yê Zarokên Kobanê yên ku li Erganiyê perwerde dibinin ziyaret kir.

Nûnerên Sendîkaya Perwerdê ya Almaniya(GEW) û Sendîkaya Mamosteyan ya İngiltere(NASUWT) Mala Piştevaniya Perwerdeya zarokên Kobanê ziyaret kirin. Deste serî li zarokên Kobanê yên ku perwerdê dibinin da. Di ziyareta Mala Piştevaniya Perwerdê de hevşeradarê Erganiyê Ramazan Kartalmiş jî amade bû. Ramazan li ser rewşê malbatên Kobanê Desteyê agahdar kir û diyar kir ku gelê Navçeyê deriye xwe ji malbatên Kobanê re vekiriye û vê mijarê de hişyariyek heye. Li ser vê yeke Desteya ku agahî derbarê malbat û zarokên Kobanê de agahî wergirtine diyar kirin ku ewê raporteyek amede bikin û li Ewrupayê Kampaniyek bidin despê kirin. Desta piştî kare xwe bi dawî kir ji navçeyê derketin.

(rc)