Sozdar Avesta: Jiyan bi giyana fedayî ji bo azadiya jinan û gelan çu şer kir
13:36
JINHA
QENDÎL - Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) a ji Mako Emîne Pirî (Jiyan Cûdî) ku di 10'ê Nîsanê de li Til Temirê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr ya Qendîlê hat veşartin. Di merasîmê de Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta girêdayî armancên çuna Jiyan ya Rojava nirxandin kir û got: "Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî destketiyên Rojavayê Kurdistanê rû dan, hevala Jiyan jî weke bi sedan keç û xortên vî welatî bi ruheke fedayane û bi zanisteke mezin ji bo azadiya jin û gelê xwe berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û tevlî berxwedana rûmetê bû. Di êrîşên li Til Temirê de berxwedaneke bê hempa nîşan da û şehîd ket."
Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya ji bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê Emîne Pirî (Jiyan Cûdî) di 10'ê Nîsanê de li bajarê Til Temir a Rojava di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Li ser daxwaza malbatê û xalê Jiyan Cûdî Mûsa Hatîfî, cenazeyê Jiyan li Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr a li Herêmên Parastina Medyayê hat veşartin. Cenazeyê şervana YPJ'ê Jiyan ji Rojava ber bi başûrê Kurdistanê ve hat oxirkirin. Cenaze bi konvoyeke qelebalix gihaşt Herêmên Parastina Medyayê û li wê bi beşdariya bi dehan gerîlayan û girseya gel, merasîmek hat lidarxistin. Di merasima cenaze de Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, endama Rêveberiya KJK’ê Newroz Şemzînan, ji Rêveberiya KODAR’ê Mezlûm Heften, fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar û xalê şervana YPJ’ê Jiyan Cûdî Mûsa Hatîfî amade bûn.
'Jiyan bi giyana fedayî ji bo azadiya jinê û azadiya gelan berê xwe da Rojava'
Piştî merasîma leşkerî Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta li ser têkoşîn û berxwedana Jiyan Cûdi axivî û got, "Hevala Jiyan demeke dirêj di nava Tevgera Azadiyê de cihê xwe girt û erkên giran da ser milê xwe. Herî dawî êrîşên ku li dijî destketiyên Rojavayê Kurdistanê rû dan, hevala Jiyan jî weke bi sedan keç û xortên vî welatî bi ruheke fedayane û bi zanisteke mezin ji bo azadiya jin û gelê xwe berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û tevlî berxwedana rûmetê bû. Di êrîşên li Til Temirê de berxwedaneke bê hempa nîşan da û şehîd ket. Em di hizûra hevala jiyan de carek din bejna xwe ditewînin û soza bilindkirina têkoşîna wê didin."
Sozdar wiha dirêjî da axaftina xwe; "Em ji malbata hevala Jiyan Cûdî û hemû Gelê Kurdistanê û ji Rêber APO re sersaxî dixwazin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Şoreşa jinê ye. Di pêşengtiya Destîna, Arînan û Gulanan de destpê kir û îro jî di pêşengtiya Jiyan Cûdî de dimeşe. Em soz didin hevala jiyan ku heta dilopeke xwîna xwe ya dawî em dev ji vê dozê bernadin. Ne bi tenê çeteyên DAIŞ’ê hemû cîhan bibe yek nikare azadiya gelê Kurd ji destê wê bigire. Di pêşengtiya Jiyanan de wê gel û jina Kurd li berxwe bide û wê ti carî şûn ve gav navêje."
Sozdar Avesta hemû hêzên dijberên Tevgera Azadiya gelê Kurd hişyar kir û got: "Em carek din ji hemû hêzên dijberên gelê Kurd re dibêjin, êrîşên li ser Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê nikare şoreşa me têk bibe. Hemû êrîşên li Kurdistanê wê bi fedayitiya Jiyanan ve vala bê derxistin. Em di kesayeta hevala Jiyan Cûdî de xeta azadiyê de em dildarê vê xetê bin û em ê têkoşîna azadiyê bibin serketinê. Em carek din dibêjin; hevala Jiyan bila çavên te li dû te nemîne, em ê vê tekoşînê bibin heta serketinê” û axaftina xwe bi dawî kir.
'Ez hêvîdarim Jiyan bibe wesîleya yekîtiya netewî'
Xalê şervana YPJ’ê Jiyan Cûdî Mûsa Hatîfî jî di derbarê berxwedan û baweriya wê de axivî û got: "Ez di serî de li ser navê malbatê dibêjim, Serê Rêber Apo, Tevgera Azadiya gelê Kurd, serê gerîlayên serê çiya, YPG û YPJ’ê sax be. Ez hêvîdarim ku hemû hêzên Kurdistanî yekitiya xwe ava bikin û nehêlin ku siyaseta qirêj li ser gelê me tê meşandin. Hemû gelê me yê ku tevlî merasîmê bûne ez spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim û dibêjim şehîd Jiyan şehîda gelê Kurd e."
Jina Rojhilatî ya bi navê Ronahî jî di dema definkirina Jiyan Cûdî de axivî û balkişand ser têkoşîna gerîla û peyamê yekîtiya neteweyî da hêzên Kurd û got, " Jiyan Cûdî bi heskirin û vîneke azad û çeka xwe hemû sînor derbas kir û heta dilopa xwîna xwe ya dawî xwe feda kir. Çima ew sînorên ku li ser me hatine avakirin em nikarin wan sînoran bişkînin. Divê ku di rojeke wiha de xwîna şehîd Jiyan li erdê nemîne û wê ji bo gel, axa xwe xwîna xwe rijand. Divê ku hemû gelê Kurd dest bidin hev û nehêlin ku ti Kurdek şehîd bikeve. Divê ew hişmendiya ku kurdan ji hev dûr dixe bê şikandin. Şehîd jiyan bi fikir û ramanên ku ji Rêber Apo girtibû ev şikand û jiyana xwe bi şehadetê tacîdar kir. Divê ku em jî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em berxwedana sengerên pêşmerge û gerîla bilind bikin. Em sersaxî ji bo hemû gelê kurd dixwazin û Gelê me yê amade, em ji wan re spas dikin.”
Di merasîmê de li ser Jiyan Cûdî helbest hat xwendin û kêliyên hestyar hatin jiyîn.
Dema ku şervana YPJ’ê Jiyan Cûdî spartin axê gel û gerîla dirûşmeya "Şehîd Namirin", "Bijî Serok APo" qîriyan û merasîm bi dawî bû.
(zt)