Li Cindiresê jinan 51 komun avakirin
15:21
JINHA
EFRÎN – Rêxistina Yekîtiya Star a navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi hevkariya jinên navçeyê, 51 komînên jinan ava kirin. Rêvebera Yekîtiya Star a navçeyê Zozan Henan diyar kir ku avakirina komînên jinan, di aliyên siyasî, leşkerî û civakî de girîng e û got: “Avakirina komînên jinan hewldaneke ji bo vegerandina dîroka jinan di birêvebirina jiyanan civakî de ye.”
Beriya demekê li Kantona Efrînê hemleya avakirina komînan hatibû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de jinên navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi hevkariya Yekîtiya Star avakirina komînên xwe yên taybet bi dawî kirin. Jinan di vê hemleyê de 51 komîn li navend û gundên navçeyê ava kirin. Rêxistina Yekîtiya Star jî ji bo parastin û misogerkirina mafên jinan, gelek civîn li gund û navenda navçeyê li dar xistin. Di van civînan de bi sedan jin amade bûn û rewşa jinan gotûbêj kirin. Her wiha şêwaza avakirina komîn û komîteyên girêdayî wan gotûbêj kirin. Derbarê girîngiya avakirina komînên taybet bi jinan ku hêjî li herêmê tên avakirin de, ji Rêveberiya Yekîtiya Star a navçeya Cindirêsê Zozan Henan nirxandinên giring kir.
Zozan di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku jinan di serdemên kevin de jiyana civakî li gorî nirxên exlaqî, edalet, wekhevî û hevgirtina civakî bi rê ve dibir. Zozan diyar kir ku hestên jinan yên dayîkatiyê naveroka nirxên exlaqî rave dikir û wiha got: “Bi avakirina komînên taybet bi jinan em hewl didin dîroka kevin û rastiya jinan vegerînin û civakek azad û saxlem ava bikin. Ji bo ev aramanc pêk were, divê hemû jin bi hêza xwe ya fikrî ji bo vê armancê tevbigerin.” Zozan da zanîn ku avakirina komînên taybet bi jinan tê wateya çespandina jiyana hevbeş û wiha domand: “Tenê jin dikarin pirsgirêkên xwe yên civakî û aborî bi awayekî guncaw çareser bikin.” Zozan destnîşan kir ku wan di hemleya avakirina komînan de, avakirina komînên taybet bi jinan li navçeyê bi dawî kirine û 51 komînên jinan ava kirine.
Zozan got ku bi riya avakirina van komînan, ji bo jin dikarin hevgirtina xwe xurt bikin û hemû pirsgirêkên xwe bi hêza xwe ya fikrî çareser bikin. Her wiha dikarin xwe ji desthilatdariya baviksalariyê ku ev 5 hezar sal in li dijî jinan tê meşandin, rizgar bikin. Derbarê rêbazên karên komînên jinan de Zozan axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku komîn hate avakirin, ji bo birêvebirina komînê 3 jin tên hilbijartin û erka wan jî ew e karên hemû komîteyên girêdayî komînê bişopînin û têliyan bi aliyên têkldar re bikin.”
(zt)