Gelek xwendevan tevlî kampaniya paqijiyê bûn
17:41
JINAH
WAN - Kampaniya "Derdora me pêşeroja meye" ya ku ji aliye şaredariya Îpekyolu yê ve hatiye despêkirin, gelek xwendekar ji bo piştgiriyê bidin vê kampaniyê,li Yenî Mahalleyê dest bi paqijiyê kirin.
Di çerçoveya Kampaniya "Derdora me Pêşeroja meye" ya ku ji aliye şaredariya bajêra Wanê ya Îpekyoluyê ve hatibû despêkirin,piştgiriya paqijiyê ji xwendekarên dibistana seratayî ya Kerîm Tuncer a Yenî Mahalleyê ve hat. Bi beşdar buna hevşaredarên Îpekyolu Aygul Bîdav û Veysel Keser, cîgirên wan Nermîn Unat û Halîs Çakir, Mudîra xebatên paqijî Sîdar Firat,Endezyarên hewirdor ya Wanê, Meclîsên taxê û xwendekar tevî xebatê paqijiyê bûn. Bi despêkirina xebata paqijiyê li ber dibistanê Halîs Çakir axivî û got "Pêwîste ji bo paqijiyê derdor ji 7 salî heyan 70'î salî bikevin nava hewildanê.An emê jiyanek neye jiyan kirin ji nesle pay xwe re bihêlin.Ji ber vê yeke pêwiste em zarokan di temenê bi çûkde vê mijarê de bi zanist bikin." Piştî axaftinê bi tevlîbûna hevşaredaran jî hemû tax hate paqij kirin.
(rc)