Rêxistinên jinan yên li Tirkiyê bûn mijara lêkolînê
09:24
JINHA
AMED - Ji Lêkolînvanên Zanîngeha Bremen ê Asli Polatdemir û Charlotte Binder di çarçoveya proja bi navê "Divê rêxistinên jinan yên li Tirkiyê li bajarên cuda bên ru bi ru kirin" dê hevdîtinên ku li gel jinan kirine bikin rapor. Asli û Charlotte diyar kirin ku wan xwestiye nêrîna oryantalist bidin şikandin, jinên li Tirkiyê tekoşînê dikin bidin nîşandan û di xala hemû jin gihandina hev de dikare bibe tekoşîna li hember şidetê.
Bi alîkariya Wexfa Mercator ya bi armanca hilberîna projeya berpirsyariya civakî li Elmanyayê hatî avakirin di çarçova proja "Divê rêxistinên jinan yên li Tirkiyê li bajarên cuda bên ru bi ru kirin" du lêkolînvanên jin yên ji Zanîngeha Bremen ê li herêmên cuda yên Tirkiyê li gel jinan hevdîtinê dikin. Di çarçova proja dibin koordinatoruya Prof. Dr. Yasemîn Karkaşoglu de Asli Polatdemir û Charlotte Binder di nava salek û nîvê de li Enqere, Denizli, Mugla û Amedê bi jinan re roportaj girtine. Asli û Charlotte yên ku heya niha 20 roportaj girtine piştî Amedê dê bi jinên Deriya Reş re hevdîtinên xwe berdewam bikin. Dema ku roportajên xwe qedandin dê bi zimanê kurdî, tirkî, elmanî û înglîzî rapor binivîsin. Rapora ku amade bikin dê di sala 2016'an de bi komxebatekê parvebikin.
'Em dixwazin wêneyê rêxistina jinên kurd derxînin'
Asli girêdayî projeya wan nirxandin kir û anî ziman ku wan li qadê dest bi xebatên xwe kirine. Asli da zanîn ku wan 8 Adarê çavdêrî kirin, lîsteyek ya jinan amade kirin û li gel wan hemû jinên di lîsta wan de cîh girtî hevdîtin kirine. Asli destnîşan kir ku wan di hevdîtinên xwe de derbarê rêxistinên jinan yên nava bajêr û di derbarê bajêr de pirs pirsîne. Asli bilêv kir ku dê li gel aktîvîst û akademisyenên li Elmanya û Tirkiyê raporê derxînin. Asli derbirî ku wan li gel jinên li herêmên cuda cîh digirin yên weke akademisyen, xwendekarên lîse û zanîngehan hevdîtin kirine û got: "Li Tirkiyê me dît ku li her herêmê jin tekoşînê dikin." Asli da zanîn ku weke jinek dîtina rengên cuda yên rêxistinên jinan wê kelecan dike.
Asli aramcên xwe yên ji projeyê wiha anî ziman: "Armanca me ewe ku em nêrîna oryantalîst hilweşînin û nêrîna tenê weke yek rengî bi jinên Tirkiyê jinên Rojhilata Navîn dîtinê bişkênin û tekoşîna jinan ya li vêderê bidin ber çavan. Jin bi gelek rêbazên cuda tekoşînê dikin. Li gel van raporan di nava Tirkiyê de neyînik giritin û li Elmanyayê şikandinek çêkirinêye. Em dixwazin wêneyek zêdetir fireh derxînin."
'Xala hevbeş ya tekoşîna li hember şidetê ye'
Charlotte Binder jî anî ziman ku ew bi rengîniya nava Tirkiyê bandor bûye û wiha domand: "Tenê rengek yê jinan nîne. Jin pir vekirîne û hevdîtinên me yên li gel wan pir baş derbasbûn. Min li her deverekê şêwirmendiya jinan dît." Asli û Charlotte di dawiyê de diyar kirin ku her çiqasî rojev û rêbazên tekoşînê cudabin bi hev re tekoşînkirin wê çî bixwazin bikarin bi des xwe ve bînin û li hember şideta ser jinan jî bibin hêz.
Yên ku dixwazin projê bişopînin dikarin ser navnîşanên înternetê yên weke blickwechsel. tuerkei.de. bişopînin.
(zt)