Rukiye Aslan: Emê bi tulbendên xwe yên sipî aştiyê biqêrin

09:25

Eylem Daş / JINHA

STENBOL - Ji namzetên jin yên HDP'ê yên Stenbolê Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Rukiye Aslan diyar kir ku HDP roniya hêviyê ye û got: "Ji ber wê jî em dibêjin; emê bi tulbendên xwe yên sipî aştiyê biqêrin. Em ne tenê ji zarokên xwe ji bo zarokên hemû gelan tekoşîna xwe ya aştiyê berdewam dikin."

Partiya ku bi duruşma "Jiyana nû" tenê nûneriyek wekhev dike HDP lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Li Stenbolê xebatên hilbijartinê bi pêşengiya jinan berdewam dike. Jinên ji rengên cuda yên di nava HDP'ê de cîh digirin diyar kirin ku ew bi nêzîkatiyên nûjen yên HDP'ê gelek şanazin. Ji namzetên HDP'ê yên Herêma 3'emîn ya Stenbolê û ji namzetên jinên ciwan Dilek Sultan Nayman da zanîn ku nêzîkatiya HDP'ê ya nûjen wê gelek kelecan dike û wiha got: "Dê li gel azadî û mafê ciwanan pirsgirêkên aboriyê derbas bibin. Her wiha ji ber ez li deverek yê ji bo wê xebatê de cîhdigirim xwe mirovek gelek bi şans dibînim."

'HDP roniya hêviyên mene'

Ji namzetên jin yên HDP'ê yên Stenbolê Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Rukiye Aslan anî ziman ku HDP partiyek ya hemû gelan digire nava xweye. Rukiye destnîşan kir ku HDP ji bo Dayîkên Aştiyê roniya hêviyên wane. Rukiye bilêv kir ku herî zêde dayîk bandora şer û encamên wê dizanin û wiha domand: "Êşên şer çîne herî zêde em dizanin. Ji ber wê jî em dibêjin; emê bi tulbendên xwe yên sipî aştiyê biqêrin. Em ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo zarokên hemû gelan tekoşîna aştiyê didin. Ser erdnîgariya Kurdistanê ti êşên ku me ne kêşane nemane. Zarokên me hatin qetilkirin bi hezaran faîlên kiriyar nediyar hatin jiyandin."

Ji namzetên HDP'ê yên Herêma 2'emîn ya Stenbolê Fatma Ozdemir jî got: "Ez elewî, kurd û jinim, hemû nasnaman di nava xwe de dihewînim. Li gorî pîşeyan ez parêzerim. Divê ciwan li meclisê bin û li wê xebatên xwe birêve bibin."

(zt)