'Li welatê zarok di waneyên dewletê de dimirin' cejin heye!
12:00
Sarya Gözüoğlu-Beritan Canözer JINHA
AMED - Li gorî daneyan ji sedî di serî de li Kurdistanê ji sedî 80 di her salê de 10 zarok bi destê dewletê li Tirkiye ya ku welatê tenê ye bi awayek îronî cejna zarokan dide tên qetilkirin. Malbatên ku zarokên wan bi guleyên polîsan hatine qetilkirin dibêjin: "Ji bo zarokan 23'ê yê nîsanê çiye û çawan cejna zarokan tê pîroz kirin. Ji ber wê rojê dewlet şansê jiyanê nade wan." Parêzera Mafê Zarokan ya Baroya Amedê Gazal Bayran Koluman jî got: "Ji derveyî vî welatî ti welatên ku dibe sedema binpêkirina mafê zarokan û bi awayek zêde mafê zarokan lê tê binpêkirin û li aliyê dinê jî cejna zarokan atif dike nîne. Li aliyekê berpirsiyariyê dikeve ser milê wan nayîne cîh û li aliyê dinê jî pîrozkirina cejna zarokan nakokiyek mezine."
Parêzvanê mafê zarokan Turgut Uyar jî helbestek bi sernava "Welatê zarok di waneyên dewletê de dimirin" diyar kiriye ku Tirkiye bi awayek nakol welatek yê 23'ê yê nîsanê û cejna zarokan pîrozdikeye. Di serî de ji sedî 80 li Kurdistanê her sal 10 zarok ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve tên qetilkirin. Hinek ji wan dema dinava lîstokê de, hinek jiwan dema ku bi bavê xwe re diçin malê û hinek ji wan dema ku di hembêza dapîra xwedinin bi gule û qepsulên gazê yên diyarin ji ku ve tên jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyan di 20 salên dawiyê de li Tirkiyê 600 zarokên kurdan di gulebaranên polîs û leşekran de jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran zarok jî birîndarbûne û di girîtgehan de rastî îskenceyên giran tên.
'Ji bo ku dewlet qetilbike me zarok nanîne dinyayê'
Mi ji malbatên zarokên wan hatine qetilkirin "23'ê yê nîsanê çiye?" prisî. Dayîka Ugur Kaymaz ê 12 salî ku di sala 2004'an de li Qosera Mêrdînê bi 13 gulan hatî qetilkirin Makbule Kaymaz diyar kir ku ew ji bo hemû zarokan dadê dixwaze. Makbule da zanîn ku leşker û polîsên Ygur û bavê wî qetilkirin bê ceza digerin û got: "Tu gunehê zaroka min nebû. Gelo ji bo zaorkek mirinê mafbike divê sucek çawan bike? 13 gule li bedena kurê minê 12 salî xistin. Bila ti zarok nemirin, wan ne mirin jiyan maf kirine. Tenê ji ber duruşme avêtin yan jî ber avêtin zarokan qetildikin. Kîjan maf û dad hesabê vê didin? Wijdanên we çawan rihetin? Em zarokên xwe ji bo dibin panzeran de bimeriçînin, îskence bikin û 13 gulan li bedenên wan bireşînin mezin nakin. Ne tenê kurd û tirkan ez bang li hemû cîhanê dikim bila êdî zarok nemirin. Divê dema ku zarokek jiyana xwe jidest da qiyamet bê rakirin. Çawan zarokek jiyana xwe ji dest dide."
'Zarokên kurdan 23'ê yê nîsanê çiye nizanin'
Bavê Nihat Kazanhan yê 14 salî ku di 14'ê çileyê de dema ku li gel hevalên xwe lîstok dilîstin ji aliyê polîsan ve hedef hatî girtin û hatî qetilkirin Mehmet Emin Kazanhan jî da zanîn ku yên kurê wî qetilkirine hîna bê ceza digerin û got: "Zarokên kurdan 23'ê yê nîsanê çiye û çawan tê pîroz kirin nizanin. Ji ber dewletê wê rojê şansê jiyanê nedaye wan. Tehmûla vê dewletê ji zarokên kurdan re heta ji ajalên kurdan re nîne. Ji dema avakirina vê dewletê heya niha ev pergal berdewame. Zarokên me qetildikin û ser wan digirin. Ne qatîlan ceza dikin û ne jî aramiyê ji malbata wan re dihêlin."
Gelo zarok dikarin bikevin girtîgehê?
Li vî welatî yek ji tehlîkeyên dinê yên ji bo zarokan jî girtîgehin. Li gorî daneyên rêxistinên civaka sivîl 120 zarok hikimlîne. Parêzera Mafê Zarokan ya Baroya Amedê Gazal Bayran Koluman anî ziman ku li gorî Hevpeyîmana Mafê Zarokan ya Netewên Yekbûyî û zagonên saziyên Tirkiyê yên mafê zarokan tine tê hesibandin. Gazal bilêv kir ku ji bo girtîgehên zarokan bên girtin wan dest bi xebatan kiriye. Gazal derbirî ku êrîşên zayendiyên ku di sala 2011'an de li Pozantiyê despêkirin paşê jî li Sincan û Şakranê berdewam dikin.
Dengê wan nayê bihîstin
Gazal balişand ser rewşa zarokên di girtîgehan de û wiha dom kir: "Di girtîgehan de zarok rastî sepandinên ser mezinan tên kirin tên. Ji derveyî ronîkirinê hemû tiştên dinê yên bi ceryenê dixebitin zarok daçuna wan didin. Ji xwe gelek malbatên zarokan rewşa wan ya aborî nebaşin. Ji ber nebûna heqê rê gelek malbat nikarin biçin serdana zarokên xwe. Zarokên malbat û dîdarên wan nîne hene dê ew çîbikin? Zarok neçarin her tiştî ji qantîna girtîgehê bigirin. Ji bo zarokek bikare mafê xwe yê telefon vekirinê bikarbîne divê perê pê name bişîne hebe. Di cihên tindî û şidet heyî de dê zarok çawan dengê xwe bigihînin ji derve?"
'Ev nakokiye'
Gazal derbirî ku li Tirkiyeye 23'ê yê nîsanê weke cejna zarokan didin zarokên ji temenê xwe zêdetir ceza digirin hene û wiha berdewam kir: "Welatê ku cejna zarokan atif dike tenê Tirkiyeye. Ji derveyî vî welatî ti welatên ku dibe sedema binpêkirina mafê zarokan û bi awayek zêde mafê zarokan lê tê binpêkirin û li aliyê dinê jî cejna zarokan atif dike nîne. Li aliyekê berpirsiyariyê dikeve ser milê wan nayîne cîh û li aliyê dinê jî pîrozkirina cejna zarokan nakokiyek mezine."
(zt)