Şaredariya AKP'ê zarokan di qefesan de digre
12:23
JINHA
RIHA - Şaredariya Mezin ya Riha yê ya ku nûnertiya wê AKP'ê dike,zarokên ku di nava kolanan de tên xebitandin û parsitiyê dikin di nava qefesande birçî û bê av tên hêştin.
Zarokên ku piraniya wan ji Sûriyê hatine û li kolanê Rihayê tên xebitandin ango parsitiyê bi wan tê kirin,ji aliye Şaredariya Mezin ya Riha yê ya ku nûnertiya wê AKP'ê dike di qefesande digrin. Zarokan ji bo ku ji qefesê xwe rizgar bikin alîkariyê ji derdor dexwez kirin. Zarokên ku birçî û bê av hatine hêştin, mirovên dilxwez xarin û av dirêjî deste wan dikin ew jî xwe bi vê yekê zikê xwe têr dikin. Di heman demê de ekîbên Zabita ji di nava baxçê de çavderiyê dikirin.
(rc)