KJA: Daxweza berfereh kirina lêpirsînê derbarê polîsên ku jinên ciwan revandine kir

13:37

JINHA

ÇEWLÎK - Endamên KJA'ê polîsên ku li Sêrtê du jinên ciwan revandine protesto kir û daxweza lêpirsîn were ber berferh kirin da.

Li Çewlîkê endamên Kongreya Jina Azad (KJA) ji bu du jinên ciwan yên ku li Sêrtê ji aliyê polîsan ve hatibûn revandin,li ber avahiya DBP'ê daxûyaniyek dan çepemeniyê.Bi beşdarbûna gelek jin û namzetên HDP'ê yên Çewlîkê Sevgî Oruç,Hişyar Ozsoy û Serhat Gumuş jî tevlî daxûyaniyê bûn.Di daxûyaniyê de pankarta "Ji jinan re tûndî sûce,hemû jin ber bi parastina cewherî ve" hate vekirin.Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya navçeya navendî a Çewilikê Gulsum Kiliçgedik daxûyanî xand û diyar kir ku, li hemberî hişmendiya jinan mehkûmî koletiya zayendî dikin jiyan vegeriyaye kabusê û wiha got: "Tiştên hatin jiyîn li hemberî jinê êrîşke û mafê jiyana azad ê jinê nenaskirin e.Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li hember jînê dijminahiyê pêk tînin bandor li ser vê bûyerê kiriye."

Kiliçgedîk da zanîn ku divê derbarê polîsan de lêpisînekî bi hêz pêk bê û ji raya giştî re rabigihînin.

(rc)