Roja Rojnamegeriya Kurdistanê hat pîrozkirin

14:06

JINHA

AMED - Cemiyeta Rojnamegerên Azad 117'emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdistanê bi civînek çapemeniyê pîroz kir.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad Roja Rojnamegeriya Kurdiya ku bi 22'ê Nîsana sala 1898'an li Paytexta Misirê Qahîrê bi derketina "Rojnama Kurdistanê" despêkirî li ber avahiya xwe civîna çapemeniyê li darxistin. Gelek rojnameger beşdarî civîna çapemeniyê bûn. di Civîna çapemeniyê de Rêveberê Cemiyata Rojnamegerên Azad Mehmet Ali Ertaş nirxandin kir û got: "Nêzî 90 rojnamegerên kurd hatin qetilkirin. Bi sedan rojnameger rastî îşkenceyên giran hatin û hatin girtin. Sedsalan cezayên girtîgehê girtin. Buroyên Rojnameyên me hatin bombekirin. Belavkirina rojnameyan li Kurdistanê hatin qedexekirin. Her ku rojname, kovar û weşanên kurd rastî astengiyan hatin, bi kovar û rojnameyek nû û naverokek hîn xurtir hatin çapkirin. Her rojnamegerek hat kuştin bi dehan rojnameger zêde bûn. Her rojnamegerek hat girtin, bi dehan rojnameger li rojnameyê xwedî derketin û dest bi rojnamegeriyê kirin."

'Emê bûyîna dengê Kurdistanê berdewam bikin'

Mehmet Ali bilêv kir ku rojnamegeriya kurd ku bi sirgûn, kuştin, sansur û girtinê heta îro hat, li gel hemû zext, zor û astengiyên mezin bi bedelên gelek giran û mezin pêl bi pêl mezin bû. Mehmet Ali destnîşan kir ku li hemberî hemû çapemeniya serdestan di pêşbirgê de bû wiha axivî: "Meydanê ji wan re dixwîne û bûye xwedî rêxistin û hêza ku karibe xwe bi xwe bi rêve bibe û di her alî de civakê û gelên Kurdistanê ronî bike. Îro bi televîzyon, radyo, rojname, ajans û kovarên xwe rêya rast nîşanî civakê dide û rê li pêşiya civaka axlaqî û polîtîk vedike. Dîsa li gel êrîşên psîkolojîk û şerê taybet ên dewletên navneteweyî û Tirkiyeyê, çapemeniya kurd xwedî hêze ku di pêşerojê de pêşengiya yekîtiya gelê Rojhilata Navîn bike."

Mehmet Ali anî ziman ku yekemîn televîzyona kurd MED TV di sala 1994'an de li sirgûniyê dest bi weşane kir û sînorên navbera perçeyên Kurdistanê rakir û wiha pê de çû: "Tirkîye û dagirkerên din gelek caran bi cureyên curbecur êrîşî MED TV kirin. MED TV 1999'an de hat girtin. Piştre MEDYA TV, ROJ TV, NUÇE TV, MED-NUÇE, STÊRK, TV, Ozgur GUN TV û hwd dest bi weşanê kirin. Weşangeriya li sirgûniyê dest pê kir îro li dilê Kurdistanê Amedê bi Ozgur Gun TV berdewam dike."

'Emê mezinbûna xwe bidomînin'

Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Ertuş Bozkurt jî balkişand ser zextên li ser weşangeriya kurdî û rojnemgerên kurd û diyar kir ku 22 rojnaegerên kurd hêj li Tirkiyeyê girtîne. Ertuş anî ziman ku ligel hemû zext û zordariyan rojnamegerên kurd ji xebatên xwe tawîz neda û wiha got: "Rojnamegerên kurd ên bi berdêlên gelek mezin hatin vir hemû geşedanên li Kurdistanê ji raya gişt re radigihînin. Meşa 117 sal berê li sirgûniyê dest pê kir îro mezin dibe û meşa xwe berdewam dike."

(zt)