Li Qamişloyê 4 komînên jinan hatin ava kirin
15:46
JINHA
QAMİŞLO - Li Qamişloyê bi armanca hêzkirina xebatên rêxistinî 4 komînên jinan hatin ava kirin.
Li bajarê Qamişlo yê a girêday Kantona Cizîra Rojava,li taxên Hilêliyê,Xerbî,Kornîş û Qenatsiwês di 4 civînên cûde de 4 komînên jin hatin ava kirin.Civîna ku ji aliye Rêxistina Jinan ya Yekitiya Star ve hatiye rêve birinda navê taxan jî hate guhartin.Navê komînên taxan jî bi navê hevalên jin yên ku jiyana xwe ji dest dane hatin bi nav kirin.Navê taxa Qenatsiwês "Şehîd Helepçe" taxa Kornîş "Şehîd Têkoşîn" taxa Hilêliyê "Şehîd Hesret" û taxa Xerbî jî bû "Şehîd Avaşîn".
Di dawiyê civînê de serokên komûn û komîteyên aborî,parastin û perwerdê bi hilbijartinê hevpar hate diyar kirin.
(rc)