Li Dêrikê jinan bûyera Sêrtê şermezar kirin
16:58
Nûçe
JINHA
MÊRDÎN - Jinan li Dêrika çiyayê maziye,bi daxûyaniyek bûyera li Sêrtê zarokên jin ji ailyê polîsan ve hatin radestkirin şermezar kirin.
Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) bi daxuyaniyek bûyera li Sêrtê zarokên jin ji aliye polîsan ve hatibû radest kirin şermezar kir. Li gel girseya ku li ber Meydana Komarê ya navçeya Dêrikê hatiye ba hev bi piştgiriya HDP,DBP û MEYA-DER dexuyanî hate dayîn.Li ser navê xebatkarê Navenda Peljîn a Jinan ya Şaredariya Dêrikê Civakzan Hediye Guneş axivî û got: " Em li hember ferastên ku tecevûz,tacîza jinan rewa dibînin û qadê jiyanê lê tang dikin li ber xwe didin." Hediye her wiha bûyera li Sêrtê zarokên jin ji aliye polîsan ve hatibû radest kirin bi bîrxist û diyar kir ku pêwistî bi ronî kirina bûyerê heye û yên ku zarokên jin mağdur kirine bi cezayên hukukî li ser bê rawastandin.Hediye di dawiya daxûyaniyê de got: "Emê heyan dawiyê şopdarê vê dozê bin."
(rc)