Li Qamişlo bi şahiyekê Roja Rojnamegeriya Kurdî hat pîroz kirin

17:00

JINHA

QAMÎŞLO- Yeketiya Ragihandina Azad li bajarê Qamîşlo ji bo Roja Rojnemegeriya Kurdî şahî lidarxistin.

Bi rasthatina 22'ê Nîsanê Roja Rojnemegeriya Kurdî Yeketiya Ragihandina Azad li Navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamîşlo ya kantona Cizîrê şahiyek lidarxist. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştre peyama Yeketiya Ragihandina Azad hat xwandin û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk Seroka Desteya Jinan Emîna Omer axivî û Roja Rojnemegeriya Kurdî li tevahî rojnemevanan pîroz kirin. Her wiha di şahiyê de li ser dîroka rojnemevaniya kurdî sîneviziyonek hat pêşkêşkirin, piştre axaftin ji aliyê malbatên şehîdên raghandinê Mezlûm Bagok û Keder Tirbesipiyê ve hat kirin û ev roja ku bi xwîna şehîdan hat pîrozkirin, li tevahî gel û rojnemevanan pîroz kirin.

Di şahiya ku hat lidarxistin de xelat hatin belavkirin. Bi navê rojnemevanên ku ji bo rastiyan ragihînin raya giştî canê xwe fedakirin xelat hatin dayîn. Xelata yekem a şehîdan ji bo malbata Ş. Keder, ya ragihandina YPG,YPJ'ê jî ji bo rojnemevan Gulistan Şivan û Yekitiya Ragihandina Azad hate pêşkêşkirin. Her wiha xelata duyemîn li ser asta Rojavayê Kurdistanê ji bo ekîba ragihandinê ku di berxwedaniya Kobanê de cih girtin û rastiya berxwedanê ji bo raya gîştî eşkere kirin hate pêşkêşkirin û xelata ji bo rojnemevanên li ser asta Kurdistanî de ji bo rojnemevanê ku di berxwedaniya Şengalê de cih digre Xeyrî Kiziler hate pêşkêşkirin û xelata li ser asta cîhanî ji bo Nivîskar û Rojnemevan Tomas Şemendergî ku ji Almaniya ye ku ji bo berxwedaniya Rojavayê Kurdistanê gelek xebat kiriye, xelat hat pêşkêş kirin. Her wiha rojnemevanê Almanî ji bo xelata hatiye pêşkêşkirin spasî hat kirin.

(px/zt)