Xeyalên Koçer ên azadiyê...
10:18
Nurcan Yalçın-Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Yek ji qehremanên bê nav yên di berxwedana Kobanê de nava refên YPJ ya ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê Koçer Akay (Hêvî Jiyan) ya Êliyî ye. Di sala 2014'an de dema ku êrîşên ser Rojava zêdebûne Koçer bi gotina 'Ezê ji bo parastina şoreşê biçim' ket rê, di dema ku bajar ji çeteyan paqijkirinê de jiyana xwe ji dest da. Çîroka jiyana Koçer hinek jî cewhera li Kurdistanê zarokbûn û ciwanbûnê çawaye nîşandide.
Şoreşa Rojava ya ku weke "xeyalên jiyana nû yê ketî meryetê" û ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê ser milê jinên qehreman yên navê wan nayên zanîn şînbûye. Her jinek ciwan yên xwediyê çîrokên jiyanê yên cuda bi gotina "Divê em şoreşê biparêzin, divê em jiyanê biparêzin" ji mala xwe derketin û 40 rojan bi mîrasa fikir û piratîkê li hember hêzên herî tarî çeteyên DAIŞ yên pêşengiya deshilatiya mêran dikin şer kirin. Yek ji wan qehremanan jî Koçer Akay ya ji Êlihê ye. Çîroka jiyana Koçer ya ku 2 xalên wê di nava refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dayî hinek jî cewhera di vê serdemê de li Kurdistanê zarokbûn û ciwanbûnê ye. Koçer di sala 1990'an de li gundê Dazban yê girêdayî navçeya Kercosê ya Êlihê di nava malbatek ya bi karê ajalvaniyê ve mijul dibe û xwediyê 12 zarokan de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Gundê Koçer lê hatiye dinê ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin.
'Ezê ji bo parastina şoreşê biçim'
Koçer ya ku ji ber malbata wê cerdevanî nepejirand mala wan hat hilweşandin û hîna di sê saliya temenê xwe de li gel malbata xwe ket ser rêya koçberiyê. Malbata Koçer koçî navenda Êlihê kirin, êdî bi karkeriya demsalê debara xwe dikirin. Koçer hem li gel malbata xwe karkeriya demsalê dikir û hem jî dibistana xwe berdewam dikir. Koçer ya ku xwendekarek jîrbû, piştî lîsê xwest zanîngehê bixwîne, lê ji ber bêderfetiya aboriya malbatê nekarî bixwîne. Koçer ya ku malbata wê bi gotinên weke "Ew keçek serhildêrbû wê serî neditewand" qaldike di sala 2014'an de bi despêkirina êrîşên ser Rojava re bi gotina "Ezê ji bo parastina şoreşê biçim" berê xwe da Rojava û tevlî nava refên YPJ'ê bû.
'Azadî şanaziyek mezine'
Bi despêkirina êrîşên ser Kobanê re bi gotina "Divê ez li wêbim" Koçer çu beşdarî nava refên berxwedanê bû û 134 rojan di nava berxwedana ku ji aliyê hemû cîhanê ve ji nêz ve dihat şopandin de di eniyên pêş de cîh girt. Roja ku Muştenur azadbûyî Koçer li malbata xwe diger û wiha dibêje: "Azadî şanaziyek mezine." Di 3'ê yê Adarê de Koçer di pefçûnek ya pêvajoya operasyonên paqijiya gundan de jiyana xwe ji dest da. Cenazê Koçer ya ku îdiyayên mezin xistî nava wî temenê xwe yê biçuk li gel hevala xwe ya dozê Elif Îlbaş (Silav Feraşîn) li Êlihê bi merasîmek ji aliyê hezaran kesan ve hat sipartina axê.
'Tenê carekê ji bo xwe tiştek kir'
Dayîka Koçer Nafiye Akay wiha qala jiyana keça xwe Koçer dike: "Koçer hem dibistan dixwend û hem jî karê malê dikir. Di demsala havînê de jî di nava karkerên demsalê de dixebitî. Li gel van hemû zoriyan jî min rojekê nedît ku ew ji jiyanê nerazîbe. Hîna di temenê biçuk de li hember zorî û tindiyan rabûye. Ew gelek bi sebir û erênî difikirî. Dibe ku bi biriyara tevlîbûnê ji bo xwe tiştek kir. Ez ji bo wê xemgîn nebûm. Dema ku çu bi gotina dê biçe nexweşxanê ez hembêz û maç kirim û çu. Min got 'keça min tu çima wiha dikê.' Wê dengê xwe nekir û çu. Piştî wê me jê xeber negirt heya ku Girê Miştenurê azadbû li me geriya û got 'Azadî şanaziyek mezine.'"
Nafiye anî ziman ku bi malbatî ji salên demdirêj heya niha di nava tekoşînê de kar dikin û wiha domand: "2 birayên min di salên 80'an de tevlî nava refên PKK'ê bûne. Yek ji wan di sala 92'an de di pefçunek ya li navçeya Qulpê ya Amedê derketî de jiyana xwe ji dest da. Wê demê heta li xwedîderketina cenaze jî em ditirsiyan. Dema ku cenaze hat ji derveyî xwişk û birayên min ji tirsan kes beşdarî merasîma cenaze nebûn. Birayê minê dinê jî bi heman şêweyî li Girtîgeha Mêrdînê ji ber îskenceyên giran jiyana xwe ji dest da. Lê Koçer ji aliyê deh hezaran ve hat definkirin. Ev jî deskeftiyên tekoşîna ji salên 90'an heya sala 2015'an e."
(zt)