Ji navenda tenduristiyê ya Til Temirê banga alîkariyê

10:20

Jînda Azad/JINHA

TIL TEMIR - Endama Navenda Tenduristiyê ya bajarê Til Temirê Şîrîn Îsmaîl diyar kir ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di aliyê kêmbûna bijîşk û dermanan de ew tengasiyê dijîn û bang li hemû saziyên civaki yên sivîl kir ku bi baldarî tevbigerin û di aliyê tenduristiyê de alîkariya wan bikin.

Navenda Tenduristiyê ya bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê ya Rojava tevî kêmasiya di peyda kirina derman de jî, di destpêka êrîşan de bê navber hewil dide ji bo başkirina birîndar û nexweşan di nava hewildanan dene. Di navenda tenduristiyê de 5 jin bi giştî 11 bijîşk hene. Ekîbên tenduristîyê yên jin di nava hemû beşên heyî yên navendê de cih digrin. Çeka yekemîn a ku jin bikartînin vîna wane. Hemû jinên ku di navenda tenduristiyê de cih digrin di perwerdeyên tenduristiyê yên ku li navendên tenduristiyê dihatin dayîn an jî li gel bijîşkan di navendên tenduristîyên taybet de fêrbibûne û di aliyê pêşkêşkirina alîkariya pêwîst de her amede ne. Jinên ku di aliyê tenduristiyê de kar dikin rojane bênavber nobetê digirin û kar dikin. Her wiha dema ku demên wan yê vala çêdibe wî demê xwe bi xwandin û nîqaşên li ser çawaniya derman kirinê derbas dikin. Ji ber tunebûna alavên dermankirinê û dermanan her wiha kêmbûna ekîbên tenduristiyê li navenda tenduristiyê ya bajarê Til Temir, dema ku birîndar an go nexweş derbasî navendê dibin, nexweş û birîndar tên kontrol kirin ji bo nexweşxaneyên Dirbêsiyê,Qamîşlo û Amûdê tên rêkirin.

'Li gorî derfetên xwe nexweşan tedawî dikin'

Endama Navenda Tenduristiyê ya bajarê Til Temir Şîrîn Ismaîl bang li hemû rêxistinên mirovî kiri ji bo destkirina navendên tenduristiyê yên Rojavayê Kurdistinê bi taybet ji bo herêmên ku rastî êrîşên çeteyantên DAIŞ'ê hatin û got: ''Banga min ji bo hemû saziyên mirovî ewe ku alîkariyê dirêjî navendên me bikin, bi taybet di van demên ku herêmên Rojava rastî êrîşantên ji ber kêmbûna nexweşxaneyan bi qasî tê xwestin navendên tenduristiyê nikarin bibin bersiv.''

(ja/zt)