Tevgerên Jinan: Emê piratîkvan û şopdarê danazanê bin
12:20
Sarya Gözüoğlu-Beritan Canözer/JINHA
AMED - Nûnerên Tevgerên Jinan ya Amedê,danazana hilbijartinê ya jinan nirxandin û gotin: "Ne tenê hêvî dide,di heman demê de peyama bilind kirina têkoşînê ye.Emê piratîkvan û şopdarê danazanê bin."
Di derbarê Danazana Jinên HDP'ê ya bi sernava "Emê bi hevre jiyanek azad avabikin,ji ber em ji sedî pêncîne" ji aliyê Tevgerên Jinan ve rastî eleqeyek mezin hat. Nûnerên Tevgerên Jinan ya Amedê diyar kirin ku ew Danazanê lêkolîn kirine û ji bona jinan giringiyek mezin îfade dike. Aktîvîsta KJA'yê Bermal Bîrtek,da zanîn ku dema Danazan hat xwendin çoşek mezin di nava jinan de avabûye û wiha got: "Bi Danazanê re diyar dibe ku pêvajo ne tenê ji aliyê zilam ve,ewê bi makanizmaya biryarên jinan ve pêş bikeve."
'Hemû pêşniyarî li ber çavan hatiye girtin'
Bermal dest nişan kir ku HDP'ê îdîaya xwe ya bûyîna partiya jinan aniye cih û wiha dom kir: "Ji ber vê yekê Danazana ku ji bo hilbijartinê ji aliye jinên HDP'ê ve hatiye diyar kirin gelek girînege. Dem hatiye ku jin gotina xwe bike. Girîngiya vê Danazanê di asta Manîfastoyê deye. Ji bo polîtikayên civakî ji dewlemendiyek mezine. Tevgerên Femînîstan , Sosyalîst û her wiha hemû beşên civakê dibin nasnameya jinan de tên ba hev. Pêvajoya azadiya jinan tene bi polîtîkayên civakî ewê pêşde nece,guhartina hişmendiyê pêwiste. Çiqasî em tevgera xwe berfereh bikin, xwe biguherin û hêza azadiyê derxin pêş em dikarin derdora xwe bi bandor bikin."
'Em tevgerekî ku azadiyê jinê esas digrin'
Xebatkara Komeleya Jinan ya Ekîn Ceren Eylem Akıncı jî da zanîn ku Danazan zayendiya hevpar esas girtiye û wiha pêde çû: "Di danezanê de bingehgirtina wekheviya zayendiya civakî ji xwe dide nîşandan ku dê çiqasî civakê veguherîne. Ji ber wê jî ez danezanê weke azadiyê û hêzkirina nasnama jinê dinirxînim. Dema ku min danezan xwend di heman demê de min xwe di her paragrafek ya wê de didît. Êdî dema jinên di karkeriya malê, demsalê, tekstîl û gelek herêmên dinê de dixebitin di bin banê yek partiyê de civînê hatiye. Bi tayîbetî aliyê danezanê yê ewlehî dayînê gelek giringe. Ev danezan ne tenê hêviyê dide, di heman demê de ji bo hemû jin beşdarî tekoşînê kirinê de jî weke amadekariya despêkê ye."
'Emê rengê jinan di vê hilbijartinê de bibînin'
Ji Navenda Jinan EPÎDEM'ê Civaknas Azize Kaya jî Danezana Jinan ya ku HDP'ê aşkira kirî nirxand û got: "Madeyên di danezanê de cîh girtine ji bo vîn û rengê jinan di nava civakê de bê dîtin giringe. Di asta hemû astengiyên di aliyê jiyanê de tên pêşiya jinan rakirinê deye. Ji ber wê jî gelek bi nirxe. Armanca danezanê jin û keda jinê di nava civakê de dayîna pêşe. Emê jî weke jin li gel jinên tekoşînê didin xebatên xwe bi hev re bimeşînin. Divê jin li vê danezanê xwedî derkevin. Ji ber danezan xwediyê hêzek ya çareserkirina pirsgirêkên jinane."
'Divê jin di vê pêvajoyê de alîkariya HDP'ê bikin'
Aktîvîsta KJA yê Şimel Begik jî anî ziman ku heya niha hîna ti partiyan rêgeza wekheviyê bingeh negirtiye û wiha dom kir: "Bi her awayî di nava HDP'ê de ji sedî 50 nûneriya jinan heye. Divê jin vê li ber çavan bigirin. Heya niha keda jinan nehatiye dîtin, her partiyên hatine ser deshilatiyê çavên xwe li keda jinan girtine. Lê heya niha di nava civakê de keda jinan ya nehatî dîtin qat bi qat ji ya mêran zêdetire. Polîtîkaya HDP'ê nêzîkatiyên deshilatiya mêran hilweşand. Ez bang li hemû jinên baweriya wan bi vê tekoşînê heyî û neyî dikim; heger vê partiyê bi her awayî cîh daye jinan wê demê divê jin jî di ferqa van newekheviyên heya niha berdewam kirî debin û alîkariya HDP'ê bikin."
(rc/zt)