Li kolana cejna 'fermî' 23'ê yê Nîsanê nedtî halê zarokan

14:09

JINHA

AMED - Di 23'ê yê Nîsanê roja cejna zarokan de bi rupelên suskirî û torenên fermî heyî de li kolanên Amedê zarok mendîlan difiroşin, solan boya dikin û avê difiroşin yên ku berpirsiyariyên mezin li dilê xwe barkirine hewil didin li ber objektîfan bikenin.

Di hevpeyîmana navnetewî de ji 18 saliyê biçuktir zarok tên hesibandin, lê mixabin rasît berevajiye û di cîhanê de ji her 5 zarokan yek ji ber şertên zor yên jiyanê neçare bixebitin. Zarokên ku divê dibin ewlehiya dewletê debin lê mixabin di şertên ku ziyanê dide fîzîk, civakî, çandî, hestiyarî û perwrda wan de tên mezin kirin û rastî îstismarê tên. Li gotî îstatîstîka Saziya Îstatika Tirkiyê (TUÎK) ê ya duh hatî weşandin di sala 2013'an de nêzî 16 milyon û 706 hezar zarokên feqîr hene. Li gorî heman îstatikê ji sedî 44.3 zarok di şertên hejariyê de dijîn. Hêza zarokan ya kar yerî zêde di sala 2012'an dene. Ji zarokên temenê wan dinava 6- 17 saliyê de dixebitin 893 hezarin. Ev tenê hijmara qeyîdkirîne. Li Kurdistanê rewş hîn zêdetir girane. Zarokên ji ber nasnama xwe yan tên avêtina girtîgihan yan jî di kolanên hejaran de dixebitin.

Zarokên ku di 23'ê yê Nîsanê Roja Cejna Zarokan de di nava kolanan de dixebitin wiha ketin ber objektîfên me. Li kolanên Amedê zarok mendîlan difiroşin, solan boya dikin û avê difiroşin yên ku berpirsiyariyên mezin li dilê xwe barkirine hewil didin li ber objektîfan bikenin.

Wêne: Beritan Canözer

(zt)