Li Îzmirê ji bo Nevîn Yildirim standa azadiyê hat vekirin

14:52

JINHA

ÎZMİR - Endamên Kolektîf ên Femînîst li Îzmirê, bi aramanca piştgirî dayîna Nervîn Yıldırım ya ku tecevûzciyê xwe kuştibû û cezayê muebed lê hatiye birin kampaniya azadiyê ji bo wê hate despêkirin.

Endamên Kolektîf ên Femînîst li Îzmirê bi armanca piştgirî dayîn Nervîn Yildirim ya ku li Navçeya Yalvaç ya İsparta yê tecevûzciyê xwe kuştibû û li ser vê yeke cezayê muebed lê hatiye birin,kampaniya azadiyê ji bo wê hate despêkirin. Standa ku li ber pirtûkxaneya Îzmirê hatibû vekirin bi pankartên "Ji Nevîn Yildirm re azadî", "Ji bo azadiya Nevîn Yildirim tu jî dengek bide" despêkiribû rastî eleqeyek mezin ji aliye jinan ve hat. Hate diyar kirin ku ewê standa alîkariyê heyan şevê bidome.

(rc)