‘Heta li Cizîrê zarok bên kuştin 23 Nisanê bêwate ye’
15:00
JINHA
ŞIRNAX – Li Cizîrê bi munesebete 23'ê Nisanê zarokê hatine qetil kirin hatin bi bir anîn. Di bîranînê de zarokan parnkartên weke "Heta li Cizîrê zarok bên kuştin 23 Nisanê bêwate ye” rakirin û durêşma “Em tev Sinan in em tev Nihatin" qiriyan.
Li Cizîrê komusyona Mafê Mirovan a Baroya Şirnexê bi armanca ku balê bikşîne ser qetil kirina zaroka a li Kurdistanê çalekiyek bîranînê hat li dar xistin. Çalakiya ku bi wesîla 23'ê Nisanê Cejna Zarokan tê li darxistin li cihê ku Nihat Kazanha lê hatî qetilkirin ya taxa Yefes pêk hat. Parlementerê HDP’ê Faysal Sarıyıdız, Hevşaredarên Cizîrê, nûnerên HDP, DBP hemu sazî dezgehên civakî yên Cizîrê malbatên zarokê hatî qetil kirin û gelek zarok tevlî çalakiyê bûn. Piştî dekeyek rizgirtinê li cihê ku Nihat Kazanhan lê hatiye qetilkirin daxuyanî hat xwendin.
‘Cihekî ku zarok lê bên kuştin cejn lê nayên pîroz kirin’
Serokê Baroya Şirnexê Nêçirvan Elçî axivî. Nêçirvan diyar kir ku tu sebeb nikare kuştina zarokek rewa bike û di tu pergala hiquqê de jî ev yek tune ye û wiha axivî : "Li Tirkiyê di van demên dawî de bi sedan zarok tên kuştin. Eger kujerê Uxir Kaymaz, Ceylan Onkol bihatine cazakirin van zarukê din jî nedihatin kuştin.”
Piştî axaftina Nêçîrvan Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz axivî Faysal li ser wateye 23 Nisanê sekinî û wiha got:” Kaşo roja 23’ê Nisanê ji bo zaroka cejne lê cihekî zarok lê werin qetil kirin cejn lê nayên pîroz kirin. Meriv nikare behsa aşitiyê bike.”
‘Zarokan ji ber kezava dayika wan girtin’
Piştî Faysal Hevşaredara Cizîrê Leyla îmret axivî. Leyla zarokê ku hatine kuştin bi bîr anî û got ku ew nikarin di vê rewşê de behsa pêşeroja zaroka bikin û wiha pêde çu: “Lê disa jî baweriya min bi pêşerojê heye em vê baweriyê j i gelê xwe û paridigmaya rêber apo digrin.” Leyla bi lêv kir ku zarokê gelek dayika ji ber kezava wan girtinê û wiha pirs kir: "Hunê çawa hesabê van zarokan bidin dayîkan. Em hêvî dikin ku êdi tu zarok, tu ciwan, tu jin nê kuştin."
‘Erdoğan destê xwe bi serê zaroka dide lê zarokê me di kuje’
Dayika Nihat Kazanhan Ayşe Kazanhan jî axivî. Ayşe got ku Erdoğan duçe destê xwe bi serê zarokê din dide lê tê zarokê wan dikuje. Dayika Mehmet Uytunê ku li milê dayika xwe bi bimba gazê hatibû kuştin jî axivî û got ku kurê min li ber singa min kuştin ez deweciyê îmana wan im.
‘479 zarok kuştin’
Piştî axaftina daxuyana çapemeniyê ji aliyê Parêzer Gulşen Elçî ve hat xwendin. Gulşen got ku ji ber ku ji sala 1992 yan vir de 479 zarok hatine kuştin ew vê ceznê bi kêf xweşî pîroz nakin û got: "Îsal 9 zarok hat kuştin her zarokek çîroka wî Cuda ye Umit Kurt ser çavê wî bi boyax bû, zarokê Robîskî bedena wan hatibû perçe kirin, Nihat Kazanhan, Berkînê ku duçu nann dikîrî, Uğurê ku terorist hat hesibandin, Ceylan Onkola şivan, Mehmet ûytunê li balkona xwe û gelek zarokê din.”
Gulşen bal kişind ser kuştinê zarokak ku di demê dawî de li Cizîrê zêde dibîn û wiha got: "Ji ber van kuştnan darizandinek objektif nayê kirin û failê wan dernaxin holê” Gulşen got ku ji ev welatê ku cejna zaroka lê tê pîroz kirin ternê zaroka lê nayên û wiha dawî li gotinê xwe anî: “Em hêvîdarin ku edê bin pêkirina mafê zaroka bi dawî bi ve.
Piştî daxuyaniyê çiraya daxwaziyê firandin asîmana. Dure girse bi pankartê 'Heta li Cizîrê zarok bên kuştin 23 Nisanê bêwate ye’ û durêşmên “Em tev Sinan in em tev Nihatin” “Nihat ne miri ye di dilê me dijî” ,” Kujer dewlet hesab bide” avêtin û heta cihê ku Sinan Saltıkalp lê hatiye kuştin meşiyan û qerenfîl danîn cihê bûyerê.
(ma/zt)